Stranbêja Kurd Fetane Welîdî pêr li Sine di jiyê 71 saliyê de malavayî kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 27 سبتمبر 2024

Stranbêja Kurd Fetane Welîdî pêr li Sine di jiyê 71 saliyê de malavayî kir

Stranbêja Kurd Fetane Welîdî pêr li Sine di jiyê 71 saliyê de malavayî kir

Fetane Mihemed Şerîf Welîdî; di sala 1953an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye.

Bavê wî mûsîqjen û janyarê Viyolonê bû û hem jî dengbêjê serdemê xwe bû û yekem kes bû ku piştevaniya keça xwe Fetane kir ku bikevê di nav qasa huner û muzîka kurdî de û bigihîje astek bilind di vî warî de.

Di sala 1960 de, di 7 saliya xwe de, ji aliyê Hesen Kamkar bavê Kamkaran ve tê şandin Radyoya Sine û li wir dest bi stranbêjiyê kir, û bû yekem stranbêja jin li Rojhilatê Kurdistanê.

Li dibistana bilind ya muzîkê li Taranê xwend, û di sala 1970an de bi rêya Hesen Kamkar bavê Kamkaran û bavê xwe Mihemed Şerîf Welîdî tevlî cîhana muzîkê bû.  

Di zarokatiya xwe de yekem stranên xwe bi alîkariya Hesen Kamgar di Radyoya Sine de tomar kir.  

Di demeke kurt de bala muzîkjenên navdar yên wekî Grîşa Mîkaîlzade û Mojtaba Mîrzade kişand.

Gelek çîrok hene ku çima Fetane dev ji stranbêjî û muzîkê berdaye, lê ya herî diyar çîroka evîniyê bû ku bûye sedema xirabiya rewşa wê ya derûnî, ku zêdetirî nîv sedê bi tenêtî di quncika mala xwe de maye, bi tenê carne hindek kes diçûn serdana wê.

Di wê demê de li Radyoya Sine digel dengbêjên wekî Saleh Pîrzahirî, Bahadîn Newrozî, Hoşeng Şegerf û Behroz Tavakolî re dixebitî.

Nêzîkî 56 stran li Radyoya Sine û Kirmaşanê tomar kirine, piştî mirina bavê wî di sala 2017an de, maye bê xudan û kes û ji ber bê xudaniyê bo navendeke xêrxwazî ​​ya nexweşên derûnî ya bi navê Behar li taxa Beharanî ya Sine hat veguhestin.

Ji ber rewşa nebaş ya jiyanê û nexweşiya derûnî karê wî yê hunerî pir zû bi dawî bû, lê di vê jiyana kurt de karîbû roleke dîrokî di muzîka kurdî de bibînê. 

Mixabin, îro di jiyê 71 saliya xwe de, ji ber girîniya barê nexweşiya xwe li bajarê Sine çû ber dilovaniya Xudê û malavayî kir.

Cihê wê behişt bêt û ruhê wî şad bêt.

Wergêran: Ebdulezîz Qasim.


Stranbêja Kurd Fetane Welîdî pêr li Sine di jiyê 71 saliyê de malavayî kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on سبتمبر 27, 2024 Rating: 5 Stranbêja Kurd Fetane Welîdî pêr li Sine di jiyê 71 saliyê de malavayî kir Fetane Mihemed Şerîf Welîdî; di sala 1953an de li bajarê Sine yê ...

ليست هناك تعليقات: