Mamosta Goran (1904- 1962)
✍ Ebdûlazîz Qasim
Ebdullah Silêman Begê Caf yê navdar bi (Goran), helbestvan, wergêr, rojnamevan û çalakvanê siyasî yê kurd li sala 1904 li Helebçe jidayîk bûye û li kerkûkê xwendin timam kiriye û ji sala 1925 heta sala 1937 dibe mamosta li dibistanên seretayî li navçeya Helebçe û paşê dest bi karê nivîsîn û rojnamevaniyê kiriye û çend caran hatiye zîndanîkirin.
Yekem pertûka xwe li sala 1950 bi navê (Beheşt û Yadîgar) bi alîkariya Mamostayê navdarê kurd Eladîn Secadî li Bexda çap kiriye, di warê vehandina helbestê de wekî yekem helbestvanê kurd yê nûxwaz hatiye naskirin, ku yekem helbestvanê kurd bû qafiyeya erebî ji helbesta kurdî derxistiye û helbest bi şêwazê fulklorê kurdî nivîsandiye.
Ji sala 1952 heta dawiya jiyana xwe di gelek rojname û kovarên kurdî gotar û deqên edebî nivîsandiye û di sala 1959an de dibe sernivîserê kovara Şefeq, û di sala 1960ê de dibe profîsorê alîkar bo pişka Kurdî di kolêja Edibiyata Zanîngeha Bexda de û dibe endamê desteya nivîsînê ya Rojnameya Azadî, bi sedemê nexweşiya penceşêrê di 18.11.1962 de çûye ber dilovaniya Xudê.
Berhemên wî:
- Beheşt û Yadîgar, Bexda 1950.
- Firmêsk û Huner, Bexda 1968.
- Siruşt û Derûn, Silêmanî 1969.
- Lawik û Peyam, Silêmanî 1969.
- Dîwana Goran, Bexda 1980.
ليست هناك تعليقات: