Vistîvala salane ya helbesta kurdî hat li darxistin
Îro rêkeftî 9ê miha mijdarê 2024ê li bajarê Qamişlo, Hola Zana vistîvala
helbesta kurdî birêve çû bi beşdariya 47 helbestvanan û bi amadebûna kesayetiyên
siyasî, rewşenbîr û rojnemevan û cemawerek ji hezkirê wêje û edebiyata kurdî.
li destpêkê xuleyeke bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û kurdistanê hatin rawestandin , paş re sirûda kurdî Ey reqîb hat pêşkêş kirin.
Piştî gotina komîteya amadekar 31 helbest ji bal helbestvanên amade hatin xwendin
û di navbiran de hin stiran ji bal çend hunermendan ve hatin pêşkêş kirin.
Li dawiya vistîvalê xelata şanaziyê ya salane radestî helbestvan Muhemed Zekî Gergerî hat kirin piştî temaşe kirina kurtevîdoyek li ser jiyan û berhemên wî.
ليست هناك تعليقات: