Elaeddîn Secadî (1907 - 13.12.1984)
Ebdûlazîz Qasim
Elaeddîn Secadî, ku navê wî yê dirustî ('Ela El-Dîn Necm El-Dîn Issam El-Dîn Secadî) ye, yek ji zimanzan û mêjûnivîs û rojnamevanê herî navdar di esmanê ziman û edebiyat û rojnamevaniya kurdî de ye, di sala 1907 de, li bajarê Sine, paytexta Herêma Erdelan – rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê.
Dest bi xwendina oldarî (Feqetiyê) ji mizgeftên Sineyê pê kiriye, di sala 1923yê zayînî de, ji bo berdewamkirina xwendinê hatiye bajarê Silêmaniyê, û ji mizgefta (Hacî Mela Resûl Dêlêjeyî) bawernameya Feqetiyê wergirtiye, her wesa di sala 1938 de li ber destê Mela Şêx Baba Elî Tekiye îcazeta melayê wergirtiye û pişt re li Bexdayê bûye pêşnimêjê mizgefta (Ne'îma Xatûn).
Di sala 1939 de ligel mamosta Ibrahîm Ehmed li Bexdayê kovara (Gelawêj) derdixe û li sala 1941 dibe rêveberê wê kovarê û di heyamê deh salan de (heta sala 1949 ku hate rawestandin) 105 hejmar ji Gelawêj hatin weşandin ku têde bi sedan gotar û lêkolînên binirx yên wêjeyî, zanistî, rewşenbîrî, zimannasî, çîrokên kurdî, wergêran û rexeneyî hatin weşandin.
Ligel kovara Gelawêj li sala 1948 kovareke din ya siyasî-edebî bi navê (Nizar) derxist, ku her heftî bi kurdî û erebî derdiket di navbera adara 1948 û reşemeha 1949, 22 hejmar derketin.
Kovara Nizar di dîroka rojnamegeriya kurdî de yek ji kovarên giring yên siyasî tê dîtin, ku mamosta 'Elaedîn Secadî sernivîserê wê bû.
Piştî şoreşa 14ê Tîrmehê sala 1958, dibe mamostayê wanebêj di Zanîngeha Bexdayê de bo beşê dîrok û edebiyata kurdî.
Piştî damezrandina Korê Zanyarî Kurdî li 29.08.1970, wek endamekî karîgêr yê Korê Zanyarî Kurd tê hilbijartin, û bo heyamê sê salan (sala 1973), gelek gotar û lêkolînên wêjeyî û zimannasî di kovara wê de nivîsandin.
Di sala 1974an de, dibe emîndarê giştî yê ewqafê (Wezareta Karûbarên Olî) li hikûmeta otonomî ya Kurdistana Iraqê, û 2 salan di wê postê de dimînê û paşî xanenişîn dibe û jiyana xwe terxan dike bo nivîsînê.
'Elaedîn Secadî gelek pertûkên binirx bi zimanê Kurdî nivîsandine û ji wan pertûkên herî giring û binirx:
1 - Rişteyî Mirwarî.
2 - Mêjûya Edeba kurdî, ku dû çap in, yekemîn çap: Bexda sala 1952 bû, dûyemîn çap: Bexda 1971 bû, zêdebarî çend pertûkên din û destnivîsên neçapkirî.
Di sala 1962 de pertûka (Destûr û Ferhenga kurdî çap kir ku yek ji giringtirîn ferhengên ku heta îro hatiye çapkirin.
Pertûka (Mêjûya Edeba Kurdî) yek ji berhemên herî giring yên dîrokî û edebî tê dîtin, ku têde behsa dîroka xanedanên kurdan li çiyayên Zagrosê, Mad, her wisa behsa hemû parçên Kurdistanê kiriye, tevî Kurdên li Hindistan û Afganîstanê û kok û nijada Kurdan kiriye, lê tiştê herî balkêş di vê pertûkê de zanyariyên hatine nivîsîn li ser jiyan û helbestên helbestvanên kurd yên dêrîn, weke (Baba Tahirê Hemedanî, Cezîrî, Bisaranî, Ehmedê Xanî, Mewlewî, Mistefa Begê Kurdî, Hacî Qadir Koyî), ku ev pertûk ji ber agahiyên giring yên têde, weke çavkaniyeke herî kevn û giring ya wêjeya kurdî tê dîtin.
Berhemên herî giring yên 'Elaedîn Secadî:
1 - Mêjûyî edebî Kurdî, Bexda çap1 ssl 1952, çapa 2 sal1962.
2- Navê Kurdî, Bexda sala 1952.
3 - Geşteyek le Kurdistan da) Bexda 1961.
4- Şoreşekanî kurdî û şoreşa 14ê temûz, Bexda 1959.
5- Hemîşe Behar (kurteçîrokên Fulklorî yên kurdî), Bexda 1960.
6- Destûr û Ferhengî Kurdî, Bexda sal 1962.
7- Edebî kurdî nû û lêkolîn li edebî kurdî. Bexda sal 1967.
8- Nirx Şinasî (النقدوالتقييم)، Bexda 1969.
9- Kurdewarî, bexda 1974.
10- Xoşxwanî - البلاغة، Silêmaniyê 1978.
11- Deqekanî edebî kurdî - Bexda - Korê Zanyarî kurdî 1978.
12- Rişteyî Mirwarî, 8 cild, Bexda (1957-1983).
13- Mêjûyî pexşanî kurdî , Erbîl 2000.
Zêdebarî çend berhem û lêkolînên din yên edebî û zargotina kurdî.
'Elaedîn Secadî li roja 13.12.1984 li bajarê Bexdayê koça dawî kir û li Goristana Şêx Ebdûlqadir Gêlanî hate veşartin.
ليست هناك تعليقات: