Hevcivîna Yekîtiya Nivîskraên Kurdistana Sûriya -şaxê Hesekê
Di roja sêşemê 3.12. 2024an de. Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya- şaxê Hesekê hevcivîneke taybet lidarxistin.
Pêşî bi kêlîkeke bêdeng li ser giyanê Pakrewanên kurd û kurdistan hate despêkirin.
Piştre endamên desteya birêvebir agahiyên ku li hevcivîna Qamişlo çêbibûn, veguhestî hemû endaman kirin; mîna:
●Guhertina nasnameyên hemû endaman bi şêweyekî nûjen
●pêşniyara ku di derbarê yekbûna her du yekîtiyan (Y.N.K.S û Y.G.N.R.K.S) hatibû kirin.
Piştre Nivîskar Miş'elê Osman pêşniyar kir ku Taqekê ji mala xwe ji bo çalakiyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya- şaxê Hesekê, bi awayekî xwebexiş, pêşkêş bike û bi erênî pêşniyara wî ji aliyê hemû endaman hate pejirandin. Û di dawî de pilan ji bo çalakiyan hate danîn û dê kar her berdewam bibe.
Yêkîtiya Nivîskarên Kurdistanan Sûriya
3. 12. 2024
ليست هناك تعليقات: