JI GULISTANA ZIMANÊ KURDÎ
LUQMAN YÛSIF
Bê guman di qonaxa bihûrî de gelek pêşveçûn li cîhanê rûdan û ta
dema niha ev pêşveçûn berdewam dikin.
Pêşveçûnên di warê zanistî, abûrî, geşepêdana mirovî, hevgihînên
civakî û ji bilî wan.
Di warê ziman de jî hin pêşveçûn nemaze ji hêla zanistî ve hatin
rûdan û li gorî pêwendiyên ragihandinî bi rê ve çûn, ev bû yek ji sedemên ku
hin gotin û têgeh bêne paşguhkirin yan jî bêne guhertin bi hinek din ku li gor
nerîn û dîtinên hin zimanzan û guhdêran ev pêguherên dawî wê guncawtir bin
sebaretî pêşveçûnên rûdayî ji gotin û têgehên berê ku ji layê civakê ve dihatin
ziman.
Li gor nerîn û dîtinên cûr bi cûr ziman alava hevgihîniyê ye bê guman
wê ew jî bi pêşveçûnan bandor bibe û wê bi demê re bimeşe.
Helbet zimanê Kurdî jî ne cuda ye ji zimanên din û wê ne seyr be ku
bandora xirecira li hola pêşveçûnê lê bibe.
Pirsek li vir bi vî rengî tê kirin:
Gelo di hemî waran de bandor li zimanê Kurdî hatiye kirin?
Li hemî deverên civakê jiyan xwe lê dibihûrîne, wek mînak: jiyana
çiyayî, jiyana deştî ya girêdayî çanidiniyê yan jî ya girêdayî bi jiyana
şehristaniyê ve.
Bê goman li gorî ciyawaziya her deverekê wê bandor nîvco be û pêşveçûn
û guhertin jî wê ji hev cuda bin.
Ji bo zelalkirina vê babet û mijarê, yek dikare li hin gotin û têgehên
kevnar ku ta roja îro li hin devaran tên bikaranîn û ji kokê ne hatine rakirin,
û hîn jî di jiyana rojane de têne ziman û derbirînkirin vegere û di her
helkeftekê de wan bibîr bîne çimko ew her dimînin ji gencîneya zimanê Kurdî.
-Gotin û têgehên girêdayî bi pîvanê:
DAGIRTÎ, mînak: zerika dagirtî av.
TIJE: zerik tije av e.
MIŞT: zerik mişt av e.
BERXWEŞ: zerik ji avê berxweş e.
SARÎ: zerik bi sarî av e.
NÎVÎ: zerik bi nîvî av e.
NÎVEVALA: zerik nîvevala ye.
VALA: zerik ji avê vala ye.
PÎVANÊN BI DEST VE GIRÊDAYÎ:
KULMEK: kulmek ax.
LEPEK: lepek herî.
ÇENGEK: çengek ax.
MISTEK: mistek ax.
PENCEK: pencek mewîj.
TILIHEK: tilihek hinguv.
Ne tenê îroroj pêdivî li vegera hin peyv û gotinên ji layê bapîran
ve hatine bikaranîn wek bîranîn û şopandinê, lê belê ji bo hin armancên din û
ji wan ev in:
-Diyarkirina zengîniya zimanê Kurdî.
-Diyarkirina xeleka hevgihînî di navbera bapîr û neviyan de.
-Diyarkirina şêweyên derbirînî ku dibûn ji hêmanên xurtbûn û
pêşveçûna zimanê kurdî di seranserê dîrokê de.
-Diyarkirina resenî û ciyawaziya zimanê Kurdî.
-Pêşdan û pêşvebirinê.
-Parastin ji windabûnê.
Li gorî van xalên navbihûrî pêdivî heye li pelandina hin gotin û
derbirînên ku bûne li ber çûnê û heger ne bêjin bûne li ser riya xatirxwestinê
ji şêweyê bikaranîna ziman di dema îroyîn de.
HIN GOTIN Û PÎVANÊN GIRÊDAYÎ BI ÇAVAN VE:
DÎTIN: dîtina çav.
NERÎN: nerîna çav.
AWIR: awirek ji çavan.
WERÊR: çav werêrê dibîne (Dîtina lawaz).
-HIN DERBIRÎN Û PEYVÊN GIRÊDAYÎ BI DESTPÊKA JIYANA ZAROKAN VE:
ZIKXIŞK: zarok bi zikxişê diçe.
QÛNXIŞK: zarok bi qûnxişkê ve diçe.
ÇARLEPK: zarok bi çarlepkan bi rê ve diçe.
TENA: zarok xwe li tena digire (berî bimeşe).
HIN DERBIRÎN Û TÊGIHÊN GIRÊDAYÎ BI HIN RENGAN VE:
SOREVALKÎ, SORIK: dema rengê sor ne tarî û ne jî vekirî be.
SPÎÇOLKÎ: dema rengê spî ji spîbûnê dikeve.
REŞIK: ji rengê reşî vekirî re tê bikaranîn.
ZERIK: dema rengê zerî resen ji zerbûn dikeve.
ŞÎNIK: rengê şîn yê ne tarî û ne jî vekirî.
KESKIK: dema ji nirxê rengê kesk bê kêmkirin ev derbirîn tê bikaranîn.
(Têbînî: Ev derbirînên di movika li ser rengan, wek daxistina ji
nirx tên bi karanîn).
Ji bilî van gotin û derbirînên navbihûrî ku ta demek ne dûr di
civaka kurdî de bikar dihatin, mixabin di dema me ya îro de têne paşguhkirin û
nemaze ji nifşê nûjen re bûne ji peyvên seyr.
Ne tenê ji bo parastina zimanê kurdî, lê belê ji bo pêşvebirina wî
jî gelek pêwîste ku lêveger û şopandina li ser bîrdanka zimanê me bimîne
berdewam û rêgir bêne danîn di riya hewildanên têkçûna wî de, û erk dimîne li
ser milê her dê û bavekî ku evan têgehên amaje bi wan hat kirin bi bîra zarokên
xwe bînin, her weha ji her kesê zimanhez û her kesê ku dizane ziman ji me re di
dirêjahiya dîrokê de ew bû yê em ji neman û qirkirinê parastin û ji me re bû
rêgira herî xurt û dijwar di riwê bahozên demê de.
ليست هناك تعليقات: