KURTEMÊJÛYA ZIMANÊ KURDÎ JÊDER Û QONAXÊN PÊŞKETINÊ
SEÎD
YÛSIF
Ziman
afrandineke Mirovî û civakî ye, tê guhertin bi guhertina jiyana Civakî û
pêşketina wê. Ziman weke darekê ye, koka wê bi kûrahî di bin axê de ye, û bi
şax, guçil û pelan dixemile, bi gul û berheman zengîn dibe.
Ziman
ne tenê rêk û şêwaz e ji bo dan û stendinê û gotûbêjê, lê belê ew raman û
hest e û bîr û têgihiştine, ziman sîstemek ji nîşan û nexşeyan e, ristek ji
têgih û wêneyan e, ziman dîrok û Civaka Milletan diyar û zelal dike
berçav dike.
Herwiha Ziman nasnameya gelan e, lewra her
serdemek û qonaxek taybetmendiyeke wê Heye. Di
vê gotarê de ezê hewl bidim ku bersiva sê Pirsan bi kurtî bidim û li gorî
çavkanî û jêderên li ber destên me.
Pirsa
yekem jêder û koka zimanê Hindo-Ewropî
A
duyem Qonaxên guhertin û pêkanînên Alfabeyên zimanê pêşiyên Kurdan.
A
sêyem pêkanîna alfabeya Tîpên Kurdî-Latînî û pêşketina wê di dema nûjen de.
JÊDER
Û KOKA ZIMANÊ HINDO-EWROPÎ
Di
gotareke xwe de, (jêder-2) D. Mehdî Kakeyî, karê tîmeke lêkolînî zanistî şirove
dike. Encamên wan lêkolînan hatibû weşandin ji aliyê du kovarên zanistî yên
navdar li ser asta tevahiya cîhanê.
Kovara
yekem a Amrîkî ye ya bi navê Scieance” hejmara /337/-24-2012 ê MehaTebaxê. A
duyem, kovara Brîtanî a bi navê NATUR.
Naveroka
wê gotarê bersiva pirsa me ya yekem dide: Lewra ji demek nêzîk ve /13 Zana ji
gelek Dewletên cîhanê û bi taybet ew kesayetiyên pispor di hemû şaxên zanistîyê
de, ji bilî wan zanayan gelek zanko jî yên navdar di welatên Cîhanê de beşdarî
di lêkolîn û encamên gotarê de kirine û him gelek navendên lêkolînî
jî beşdarî tê de kirine, mebesta wan hemûyan û ya sereke ku zanibin bê
dîroka Zimanê Însaniyêtê ji kû dest pêkirîye, û çawa belav bûye, lewra du
nerînên cuda li pêşîya wan tîmên zanistî hebûn:
- Nerîna yekem dibêje: ku
Lema Zimanê Hindo-Ewropî ji deşta Pontîkê ya li Ukraniyayê jêder bûye û
derketîye, ji nêzîka /6000/ sal ve. B.Z
-Nerîna duyem dibêje:
koka Zimanê Hindo-Ewropî ji erdnîgariya Anatolyayê ji Bakurê Kurdistanê
vepejirî ye û li welatên cîhanê belav bûye.
Lê
belê di encamên dawî de û piştî hemû aliyan lêkolînên xwe bidawî kirine rêkeftina
wan bitemamî çêbû ku bakurê Kurdistanê jêdera Lema Zimanê Nijadê Hindo-Ewropî
ye, di navbera salên: 9500-ta 8000- / B.Z.
Ji
aliyê xwe ve HESEN SÊRDÊ di pirtûka xwe de ya bi navê Dîtin û Bîrhatinên min
çermê yekem dide xuyakirin ku li gorî agahîyên Arkiyolocî, Nijadê Kurd dibe
Lema Nijadê Arî (R-79), hem dibêje ku nijadê Arî dibe pêşengê nejadan di
pêşketina zendegî de berî her nejadî gav dane xebatê. (R-81)
PÊŞKETIN
Û PÊKANÎNA ALFABEYÊN ZIMANÊ KURDÎ
Bi
rastî axaftin û şirove di warê qonaxên zimanê Kurdî de û pêşketin û bikaranîna
Alfabeyan zor kûr, fireh û dirêj e çimkî bi kêmanî di dîroka xwe de, pêşiyên
Kurdan bi kêmanî heft alfabe bikar anîne, lewra ji ber vê sedemê û gellek
sedemên din ezê bi kurtî di vî warî de baxivim.
D.
Mehdî Kakeyî (Jêder-1) dibêje: Kurdistan dergûşa şaristaniyê ye û jêdera
afrandin û zayîna nivîsandin û him jimartinê ye, ji hezarên salan ve, pêşiyên
Kurdan weke Somerî, Îlamî, Kaşî û Mîdî Hemûyan Alfabeya Mîxî (Mismarî)
bikar anîne.
Di
sala 1960 de, Zimanasê Kurd Kiyo Mokiryanî wêneyin belavkirin û got ev
kevintirîn Alfabeya Kurdî ye, vedigere 2800 sal B.Z (jêder-4).
Zimanê
Kurdî di gelek qonaxan re derbas bûye û bi gelek Alfabeyan jî hatiye nivîsandin, nivîskar
Polat Can (jêder-5) di gotara xwe de ya di Malpera Elhiwar
Elmûtemedin de hatîye weşandin, qonaxên Zimanê pêşiyên Kurdan
ji hezarên salan ve, û çi alfabe û nivîsandin bikar anîne weke:
.
Alfabeya
Mîxî: Somerî û Îlamîyan Ev alfabe bikar anîne, Mîdîyan jî Abcedîyek Mîxî ji 36
Tîpan bikar anîne û şeş tîpên din lê zêdekirine, ewan jî ev alfabe ji cem
Orartûyan veguhestine û Orartûyan jî ji cem Xûriyan anîbûn.
Alfabeya
Ogarêt: D. Mehdî Kakeyî li ser vê alfabeyê xweş axiviye (jêder-3) ev alfabeya
ji aliyê Imperatoriya Xûriyan ve hatiye afrandin, ji 1500 salî ve B.Z. Ew
alfabe hate dîtin li bakurî Latakiyayê, ji sîh û yek”. tîpan pêk tê û aniha li
muzexaneya Şamê parastîye
Alfabeya
ORARTÛ: Giring e di derheqê vê Alfabeyê de
em baxivin, ya ji 900 salî ve B.Z. hatîye bikar anîn, vîdeyoke xweş heye ji
amadebûna M. Mehdî Mutlû peyamnêrê Waar TV. Hevdîtineke zindî bi Kalekî Kurd re
yê temenê wî 80 sal re kirîye, ew Kal bi tena xwe jiyîn dibe, hem pîsporê zimanê
Orartû ye, ew yek ji heft kesayetiyên berz li ser asta cîhanê ku bi serbestî bi
zimanê Orartû daxive, lewma zimanasên cîhanê serdana wî dikin ji bo Agahîyên
durist jê wer girin. Li ser vî zimanê kevnar ê ku heta niha li bêhtirî çil
Zankoyên berz di cîhanê de tê hînkirin.
Alfabeya
ÎZÎDÎ/ZENDÎ: ev alfabe jî heye, lê mixabin ti
agahiyên giring di dest me de nîn in, Hinek dibêjin ji sedsaliya 13 an de
Elfabeya Îzîdiyan heye û ji 31 tîpan bêk tê, hem pirtûka Reş û a El Celwe pê
hatine nivîsandin, lê ez bawerim ku Alfabeya Îzîdî ji wilo bi gelekî kevintir e.
Alfabeya
AVÊSTAYÎ: Mîdîyan ev Alfabe jî bikar anîbûn, ji 44 tîpan pêk dihat û hem
Pirtûka Zeredeşt “AVÊSTA” pê hatîye nivîsandin, di sedsaliya 7 an de B.Z.
Alfabeya
ARAMÎ: hinek belge li devera Hawramanê
hatin dîtin bi zimanê Aramî ji 800 sal B.Z ve hatine nivîsandin.
Alfabeya
PEHLEWÎ yan jî Fehlewî: ji aliyê Sasanîyan
ve hatiye bikar anîn û heta dema êrîşên dagirkerên Erebî-Îslamî di sedsaliya 7an
de Z. berdewam bû ye.
Alfabêya
PÎNOŞAD/MASÎ Sûretî: Ibin Wehşî yê
NIBTÎ Kesdanî (?-930) Z. Bi rastî kesayetiya wî ne diyar e û cihê gengeşê ye…! Di
pirtûka xwe de ya binavê (şewq almusteham fî me’rîfet rimûz al eqlam), li ser
vê Alfabeyê axivîye û hem dibêje ku ewî li Bexdayê 30 pirtûkên bi tîpên Kurdî
dîtibûn, du pirtûk ji wan li Şamê li cem wî hebûn, loma wergerandine zimanê
Erebî
Alfebêya
EZDAHÎ: ne diyar e bê kê daner kiriye. Ji
31 tîpan pêk tê. Kurdan kitêbên xwe yên olî weke pirtûka dînkurd pê nivîsandine.
ALFABEYA
KURDÎ-LATÎNÎ DÎROK Û QONAXÊN PÊŞKETINÊ
Gellek
ji wêjevanan rêkeftî dibin ku wêjevanê Kurd Baba Tahirê Hemedanî (935-1010)
dibe Nûner û serekê wêjeya Kurdî ya nivîskî, lê piştî Beyazîdî gelek navên berz
derketin weke Feqê Teyran, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Namî, Mele Batî
û Hacî Qadirê Koyî.
Lê
giring e di vî warî de, em rola xawerşinasên Biyanî jî bibîr bînin, weke keşeyê
Îtalî Morîtzo Garzonî (1734-1804) yê nêzîkî 25 salan li başûrê Kurdistanê
niştecî bûye, xwe fêrî zimanê Kurdî kiriye, loma pirtûkek rêzimana kurdî çêdike
û ferhengekê ji 4500 peyvên Kurdî girêdayî rêzimana xwe. Kunsilê Rûsî Elêksender
Jaba (1803-1894) û rêhevalê wî Mele Mehmûdê Bazîdî (1797-1867), Kurdolocya ya
Rûsî ya behremend û navdar Margirêt Rodînko (1926-1976) û geleke din, bi Taybet
yên Kurdolocyên Rûsî, çimkî rêjeya vekolîn û Kurdolocya ya Rûsî li ser asta
cîhanê digihêje du par ji sê paran, herweha karê nivîsandinê heta
serdema nûjen berdewam bûye.
Di
serdema nûjen de, M. Cewdet Hoşyar Keda Kurdnasê gewre Tewfîq Wehbî (1891-1984)
û rola wî di pêşketina Alfabeya Kurdî ya Nûjen de, ber bi çav dike, weke
yekemîn Alfabe ku aniha li başûrê Kurdistanê û hinek dever li rojhilatî
Kurdistanê tîpên Aramî/Erebî bikar tînin.
Gelek
kesayetiyên Biyanî navdar xwedî ked û xebat rola wan di pêşketina Alfabe û
zimanê Kurdî-Latînî de heye, weke Biyûter Lêrx (1828-1884), damezrîner û Xawerşinasê
Rûsî yê gewre ku alfabeyek Kurdî Latînî amade kir di nîvê sedsaliya 19an de, lê
belê, karê wî belav ne bû û bi ser neket çimkî rêjîma Rûsî ti guhdan pê nekir.
Ji
ber ku Kurdên derve di wê hingê de giringtirbûn ji ber hinek sedemên siyasî.
Paş
re Zimanasê Ermenî Agob Gazaryan yê tê naskirin bi navê, Lazzo Alfabeyek Kurdî bi
tîpên Ermenî çêkir û pirtûka bi navê xweş û naz (Alşemis) pê hat çapkirin sala
(1921), lê mixabin ew alfabe bi sedema hinek Fonêtîkên Kurdî û Ermenî di
lêvkirinê de Rêkeftî nebûn loma ew alfabe bi ser neket û rawestiya.
Êdî
hukûmeta Sovyêtê, profêsur Erebê Şemo hilbijartiye, yê ji peymangeha
Rojhilatnasiyê ya li Moskoyê derçûyî bû sala (1924) ji bo alfabeyeke
Kurdî-Latînî amade bike.
Rewşenbîrê
gewre û navdar (Ereb Şemo) ku di salên (1925-1927) de, giringtirîn Alfabeya
Kurdî-Latînî amadekir û nivîsiye li ser daxwaza Hukûmeta Sovyêtê, û wezîrê
zanistiyê Meraviyan yê hukûmeta Ermenistanê. Alfabeya Erebê Şemmo ji aliyê
zimanasê Ermenî Yûsif Orbîlî ve (1887-1961), Erêniyek posîtîf wergirt.
Orbîlî
yê ku şaxê peymangeha rojhilatnasiya Kurdî damezrandiye li bajarê Lînîngradê,
Loma Alfabeya Erebê Şemmo, Serkeftineke fireh dît, û amancên giring jê hatin
wergirtin weke rêjeya nexwendan di nav miletê Kurd de li Ermenistanê nema, hin
bi hin alfabeya Erebê Şemo belav bû û gelek gotar pê hatin nivîsandin û
weşandin weke kovara bi navê ”Fecir El Şerq” ji bilî wilo Erebê Şemmo Yekemîn
romana xwe”Şivanê Kurd” bi Alfabeya xwe nivîsandiye, ew roman bi gelek zimanên
biyanî jî hat wergerandin.
Lê
mixabin dema Stalîn bû serokê Sovyêtê, ew alfabe qedexekir û Biryar da ku tenê
alfabeya Rûsî-Kêrêlî bi karbînin, loma hukûmeta Sovyêtê desteyek ji hinek
rewşenbîrên Kurd çêkir weke: Heciyê Cindî û Emînê Evdal ji bo Alfabeyeke kurdî
nuh bi tîpên Rûsî amade bikin. Di navbera salên cenga cîhanî de ya duyemîn,
gelek pirtûk bi wê Alfabeyê hatin çapkirin û hem rojnameya “Riya Teze” jî pê
hat weşandin. lê piştî demeke dirêj careke din alfabeya Latînî Vegeriya piştî
Sitalîn koça dawî kir û Hukûmeta Sovyêtê jî herifî û ji hev ket.
Lê
belê xebatkarê navdar Qedrî Cemîl Paşa (1891-1973) de dibêje: Zekî Beg ê
karmendê posta (Berîda) Îstanbolê ew yekemîn kesayet ragihandiye (1913) ku Tîpên
Erebî ji bo Zimanê Kurdî ne duristin û paş re D. Ebdullah Cewdet pêşniyar
kiriye di gotareke xwe de ya di kovara “Roja Kurd” de hatiye belavkirin, lê
belê weke me berê zelalkiriye pêşniyar û pêkanîna tîpên Kurdî-Latînî ji wilo bi
gelekî kevintir e.
Tenê
ma em rola Mîr Celadet û karê wî ji bo Alfabeya Kurdî-Latînî bibîr bînin.
Qedrî
Paşa dibêje dema Mîr Celadet (1893-1951) beşdarî şandekê dibe bi hevaltî û
serokatiya serkirdeyê Ingilîzî yê bi navê (Nûêl) dema ku amancên wan hebûn, li devera
çiyayê Meletyayê, li nav Hoza Reşwanî ya Kurdî li bakurê Kurdistanê digeriyan
sala (1919) wê demê Celadet Têbînî kir ku serkirde Nûêl tîpên Latînî bikartîne
dema têbînîyên xwe tomar dikirin, loma ew têbînî di bîra Mîr de man û jê re bû
weke bingehekê ji bo ALFABEYA Kurdî-Latînî saz bike, loma Mîr Celadet dikoşe ji
bo amadekirina Alfabeyek Kurdî-Latînî nuh.
Lê
giring e bi vê boneyê em keda Kurdolojiyê Fransî ROCÊ LÎSKO bibîr bînin ji ber
ew û Mîr Celadet alîkrîyek xweş bi hev re derbaskirine ji bo Fêrbûna Zimanê
Kurdî, û hem Lîsko berhemin buha û taybet nivîsîne li ser kurdên Êzîdî, çi li
EFRÎN, û çi li CIZÎRÊ.
Hinek
hewildanên din, hebûn ji bo bêkanîna Tîpên Latînî, weke hewildana
Komîteya-Hêvî ya Şagirtên Kurd di destpêka sedsaliya bîstan de, piştî
Cenga Cîhanî a yekem bidawî bû Macirson pêşiniyar kir ji bo pêkanîna Tîpên
Kurdî-Latînî, lewra ji bo vî karî du pirtûk nivîsandin, lê mixabin ew kar ciyê
xwe negirt li nava rewşenbîrên Kurd, paş re Qedrî Cemîl Paşa dibêje: di
sala (1931) de civînek çêbû li mala (ELÎ AXA
ZILFO) li paytexta Şamê, bi Amadebûna Mîr Celadet, Ekrem Cemîl Paşa û Mûsa Beg
yê ji Kurdên Şamê. Lewra rêkeftî bûn da tîpên Latînî bikar bînin ji bo Zimanê
Kurdî yê ku aniha piraniya Miletên Kurd pê dinivîsin û daxivin, lê mixabin ji
aliyekî din ve kirîzek mezin çêbûye di nav Miletê Kurd de ku îro Roj bi du
alfabeyên berfireh daxivin û yazî dikin, yan jî pirtir…! Latînî û Soranî.
Di
sala (1932) Mîr Celadet dest bi nivîsandin û çapkirina Kovara xwe kir ya bi navê
HAWAR û hjimara yekem pê çap kiriye, di /15/ Gulanê de, û her weha Gelê Kurd
her sal ahingan lidar dixin bi boneya vê roja pîroz ya hatiye hilbijartin weke
roja zimanê Kurdî.
المصادر باللغة العربية:
1-
نبذة مختصرة عن تاريخ اللغة الكوردية والعقبات التي تواجه لغة كوردية موحدة –
دكتور مهدي كاكه يي.
2-
كوردستان هي مهد اللغات الهندو أوروبية- د. مهدي كاكه يي
3-
أسلاف الكورد الخوريون يبتكرون أول أبجدية في تاريخ البشرية.د.مهدي كاكه يي مقالات
د. مهدي كاكه يي متوفرة على صفحات التواصل الاجتماعي وموقعه الرسمي.
4-
أول أبجدية لاتينية متكاملة للغة الكردية، جودت هوشيار، موقع الحوار المتمدّن،
٣٠/٧/٢٠٠٥/. كما أن البحث منشور في موقع كورد أونلاين أيضاً .
5-
الأبجدية الكردية، بولات جان، أدب وفن, لغة الملائكة، تاريخ ٣/١١/٢٠٠٩.البحث منشور في
الموقع الرئيسي الحوار المتمدن.
6-
مسألة كردستان، قدري جميل باشا، كتاب ورقي. تقديم د. عزالدين مصطفى رسول، بيروت ط
ثانية ،١٩٩٧.
7-
إضافة إلى ويكيبيديا
Jêderên
Kurdî
-
Dîtin û Bîrhatinên min, Hesen Hişyar çermê yekem, çapa yekê, /1993/.Beyrût
çapxana, Emîral
Vîdeyo-
ji amadekirina, peyamnêrê, War TV-M. Mehdî Mitlu/7/8/2021
ليست هناك تعليقات: