Lawik
Adilê Eevdile.
Lawik, şêweyekî stranan e, ji şêweyên stranên kurdan, weke:
Payizok, sirêlî, heyranok û hd, ev şêweya stranan lawik dihate gotin, di koçik
û dîwanan de ji, bal hin dengbêjan ve, piştî rûdanekê dema dihate çêkirin, hûnandin û gotin ji bal mêr, jin û keçan ve,
lê hin ji wan stranên lawikan, keçan çêdikirin û di hûnandin, bi şêweyekî
helbest û hozanî, naveroka wan stranan evîn û evîndarî bû, di navbera xortan û
keçan de yan pesindan û navtêdan bû, dema mêrek yan xortek yan cengawirek,
desthilanek serkeftî di meydan û gorepanên şeran de bi dest xwe ve tanî.
Dema evîndariyeke zor û dijwar di navbera xortek û keçekê de rû
dida û berê wî xortî di kete welatê biyaniyê (xerîbiyê) de, weku şer yan
koçberiyê de, ew keça evîndar û dilşewat, pêl rewişt û şerimkirinê dikir, û ew
agir û pêtên di hiş û dilê xwe de derdixist bi şêweyê stranê bêyî navê evîndarê
xwe diyar û nîşan bike, lewra bi navê Lawik ango xort û ciwan lê dikir, lê
carna ew keça evîndar û dilşewitî, navê hezkiriyê xwe diyar dikir, weke strana (
Edûlê û Derwêşê Evdî) û (Siyamend û Xecê).. h.d.
Gelek ji van stranên lawikan li ser xort yan mêran hatine goin, dema
berê wan dikete leşkeriyê de ku dewletan ew dibirin ceng û şeran, mînak: çûna
seferberlika tirkan, rêya çûn û nevegrê bû, dayik, xwîşk û evîndaran, kela
dilên xwe hînik dikirin bi stranên lawik û heyranokan û di ber re hêsirên xwe
dibarandin weke taviyên barana buharê.
Deşt û biyabana di navbera herdu çeman de Dicle û Ferat, deşteke
fereh û dûze, piştî hatin û çûna Mexol û Tirkumanan, bajar û gund hemî hatin
wêrankirin, mabû biyabaneke vala, di buharan de ew deşt dixemilî ji nifş û
cûreyên giyan, lewra hêz û êlên ereban ji başûr keriyên sewalên xwe tanîn û
berê xwe didan çêregihan, ji bakur ve jî hoz û êlên koçerên kurdan berê keriyên
sewalên xwe didane herêmên çêregihan, lewra şer, bihevçûn û nakokî rûdidan di
navbera kurd û ereban de, li ser çêregeh û jêderên avê, weha sal, dewr û zeman
derbas dibûn ji beriya ku nexş û sînor bêne danîn û ew koçerî nemîne.
Ev strana ku em îro li ser rawestin û bi navê lawik tê gotin,
straneke evîndarî ye, keça evîndar li ser hezkiryê xwe, hûnandiye û gotiye, pêt
û kela di hinavê xwe de daye xwiyakirin, ji wî zemanî ve, ta vê rojê tê gotin,
û berdewame, zeman, cih, navê kesan, gund, hoz û êl yên di stranê de diyar û
xwiya ne.
Kesên ku stranbêjin û ji devê wan ev stran hatiye bihîstin û em bi
wan agahdarin evin:
Mihemedê Yexmûr ji gundê Eyserê
Silêmanê Ferho ji gundê Gir Qehfik
Remoyê dengbêj ji gundê Maşoqê
Siloyê Remo (silo koro) ji gundê Xana serê
Herçar dengbêj namînin, mirin e.
Stran
Dilê min nebû golek ji van golên qetranê
Mezêne li cebelê jorî, li mijê li moranê
Dihn û bala xwe bide beriya kambax, ji tozê ji dûmanê
Lawik hey lawik
Mehbûba dilê min e, min got ji Rimêlê heya bi Rimêlê
Êl û erbanê bavê Elî giran e, êlê daniye ser êlê
Bejna delalê dilê min zirav û dirêj e, mîna dara têlê
Xwezîka ji xêra xwedê re, ez bibûma qotîkek ji qotîkên gulyaxê,
rojê sê caran li sere girê Rimêlê ji pêş hevalan ve ez ketibama xeta simbêlê
Lawik hey lawik
Mehbûba dilê min e, min got dilê min evdala xwedê tikan û tik e
Min dît selefeke şêrgelan û kumêtan û kabreşan, derketin ji afirê
bavê Ûsê xwe dane dora lêwike
Serê vê selefê xwe tavête qelaçê kolike
Ew tînin talanê Xurika û bendika
Dem dema Xwedê bû, delalê dilê min, hevalê Hemê Şêro bavê Nûrî bû,
bila Xwedê xirabikê mala Eliyê Evdilrehman, zilamekî zalimî kubar e
Ciwabeke ne xêrê, şiyande pey lêwike
Mane tirsa min ji wê tirsê, li xêmê binê beriyê, Cum`ayê Eliyê Silo,
li xêmê binê beriyê, wê lawik lomê ji min bike
Lawik hey lawik
Mehbûba dilê min e, ezê çûme dêvara mala xweyî şewitî di quntala
çiyê de
Ezê çûme Emer tewîlê mezin, Emer tewîlê kiçik, korta kaniya sayê,
mine dên û bala xwe dayê Xana ser rê wa di kortê de
Min dît di binya tehtoka sê malên şerabiya danîne tê de
Ew herdû malên ewil, malên Evdilla Nimer, nasê mala bavê min bû
Ezê herim nava wan malan rûnim, sê deqa li nava memkê xwe bi kevirê
qîmet bi deqînim, bi sê cihan, bi sê qelema navê lawikê xwe deynim tê de
Dema berê delalê dilê min bikeve welatê xerîb û xurbetê
Şarê Mûsilê, çavên min keçikê, bi nava memkê min bikevê, dilê min…
ليست هناك تعليقات: