Mamosta Mensûr Yaqûtî koça dawî kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 29 ديسمبر 2024

Mamosta Mensûr Yaqûtî koça dawî kir

Mamosta Mensûr Yaqûtî koça dawî kir 



Duhî Roja Şemiyê 28'ê heyvê, çîroknivîs û rexnegirê kurd yê farisînivîs Mensûrî Yaqûtî bi sedema nexweşiyê li Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.

Yaqûtî di sala 1948an de li gundê Kîwenan ser bi Kirmaşanê jidayîk bûye.

Di sala 1980’yê de li Kirmaşanê dibe mamosta li dibistaneke gundewarî Kirmanşanê û di sala 1989’an de ji ber bîr û baweriyên xwe yên cuda ji rêjîmê ji kar hate dûrxistin.
 
Mamosta Yaqûtî hevdem ligel nivîsîna kurteçîrokên xwe bi navê “kirêkarî û sermayedar” jiyana xwe derbas dikir, û li serdemê herdû rêjîmên Paşayetî û Komara Îslamî hatiye eşkencedan, li sala 1984 piştî ku heyamê sê salan bi nehênî li Taranê ji ber xebatên xwe yên siyasî hate girtin û 5 salan di girtîgeha Dîzelabad ya Kirmaşanê hate zindanîkirin.

Çîroknivîsê kurd pênûsa xwe terxan kiribû bo nivîsîna li ser jiyana gundiyên Kurdistanê.
 
Çîroknivîs û şanogerê farisî Ebbas Marûf;  di kovara Gardûn de giringî bi pênûsa Yaqûtê da bû û wek "Antiwan Çixov" îranê bi nav kirbû.

Hêjayî gotinê ye ku “Mensûr Yaqûtî” çend berhem û çîrokên bi nirx nivîsandine wek çîrokên “Zexm” ya ku bi navdartirîn berhemê wî tê zanîn, zêdebarî ku xudan dîtinek realîst bû di warên dî de jî û şûntiliyên wî diyar bûn li ser gelek babetên kurdî û bi taybetî keda wî di komkirinab çîrok û efsaneyên kevn yên kurdewarî û Şanameya kurdî de.
Jêder:
1- Malpera PDK- Îranê
2- Malpera Mamosta Edhem Şêx
Mamosta Mensûr Yaqûtî koça dawî kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 29, 2024 Rating: 5 Mamosta Mensûr Yaqûtî koça dawî kir  Duhî Roja Şemiyê 28'ê heyvê, çîroknivîs û rexnegirê kurd yê farisînivîs Mensûrî Yaqûtî bi sedema ne...

ليست هناك تعليقات: