Mela Ehmedê Zivingî (1893-06.12.1971)
Ebdûlazîz Qasim
Li roja 06.12.2024z, 53 sal li ser koça dawî ya Mamosta Mela Ehmedê Zivingî re derbas dibin, ku di rojek wekî vê rojê de û berî 53 salan li bajarê Helebê malavayî ji vê dunyayê kir û çû ber dilovaniya Xudê, û li gor qewîtiya wî li goristana gundê Tilm'erûf li Rojavayî Kurdistanê hat veşartin.
Mela Ehmedê Zivingî, li sala 1893yê li bajarê Sêrtê jidayik bûye, paşî barkiriye û çûye Cizîrê û ji Cizîrê derbasî bajarokê 'Eyîn dîwerê bûye û bûye melayê mizgeftê û piştî mirina bavê xwe diçe gundê Xezne li rex Şêx Ehmedê Xizne, û dibe miftiyê Qamişloyê û li dawiyê bi fermana serokkomarê Sûriyê dibe serokê karûbarên olî yê tevaya navçeya kurdî li Sûriyê ku jêre dihat gotin (Cizîrê- anku parêzgeha Hesekê), tevî pila wî ya olî ya bilind, lê herî zêde Mela Ehmedê Zivingî bi ravekirin û şirovekirina dîwana Melayê Cizirî (1570-1640) hatiye naskirin, ku yek ji behemên edebî yên herî giring e di nav pertûkxana kurdî de.
Ku demê xwendina helbestên Nîşanî, pêdiviya her xwendevanekî bi şirovekirina Mela Ehmedê Zivingî heye ya bi navê (العقد الجوهري), ku bi zimanê erebî hatiye şirovekirin û di sala 1958 de li Qamişlo hatiye çapkirin û paşî ji aliyê Mamosta Emîn Narozî ve hatiye wergêran bo zimanê Kurdî bi navê (Gerdeniya Gewherî), ku bêyî vê pertûkê kêm xwendevan bi mebest û ramana helbestên Cizirî (Nîşanî) dikarin tê bigehin.
Hêjayê gotinê ye, ku Nîşanî bi yekem damezrêner û mamostayê dibîstana helbesta kurdî (Kurmancî) tê naskirin û nasnavekî herî bilind e di esmanê felsefe û ziman û edebiyata kurdî de, ku dîwana Cizîrî, her xwendevanek bi hêsanî bi raman û risteyên Cizîrî tê nagehin, derbarê vê yekê de hêjaye balê bikişînin li ser xizmeta mezin ya Zivingî ku tevî Zimanê Kurdî yê şêrîn, baş bi zimanê Tirkî, Farisî û Erebî jî dizanî, ku ev yek bûye alîkar bo şirovekirina dîwana Cizîrî bi awayekî rêkûpêk û tevî serrastkirina gelek şaşî û destkariyên bûyîn di helbestên Cizîrî de.
Li gorî hindek zanyariyan ku Mamostayê Zivingî piştî çapkirina şerha dîwana Cizîrî, kar dikir ji bo şirovekirina dîwana (Mem û Zîn) ya Ehmedê Xanî (1650-1707), lê mixabin ku di jiyê çil saliya xwe de ji herdû çavên xwe kor dibe, lewra ku nikarî li ser nivîsîna berhemên zêdetir berdewam bike.
ليست هناك تعليقات: