Mihemed 'Arif Cizîrî (1921-17.12.1986) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 16 ديسمبر 2024

Mihemed 'Arif Cizîrî (1921-17.12.1986)

Mihemed 'Arif Cizîrî (1921-17.12.1986) 


Mihemed Arif Cizîrî, hunermendekî herî bi navûdeng yê Kurdistanê ye, li sala 1921ê li Cizîra Bota jidayîk bûye û di jiyê 13 saliya xwe de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve bi tometên siyasî pênc salan di zindanê de tê binçavkirin.

Tevî ku Mihemed Arif Cizîrî xelkê bakurê Kurdistanê ye, lê piraniya jiyana xwe li başûrê Kurdistanê û bi taybetî li Badînan qedandiye, û her ji jiyê 18 saliya xwe diçê Bexda û di beşê kurdî yê Radiyoya Bexda de dest bi karê hunerî kiriye.

Mihemed Arif Cizîrî, ku bi navê "Babê Kerîmî" dihat naskirin, piştî Bexdayê diçê Zaxo, Duhok û Akrê û li wan deveran karê xwe yê hunerî berdewam dike.  

Mihemed Arif Cizîrî bi dengê xwe yê xweş karîbû kêfxweşiyekî di nav gelê Kurd de peyda bike.

Gelek caran li gel hunermend Îsa Berwarî û hunermenda dengxweş Ayşeşan stran gotine, tevî ku kesekî nexwendewar bû lê bi tirkî û erebî dizanibû.

Ne tenê xelkê Badînan û Botan heyran û guhdarên stran û dengê Mihmed Arif Cizîrî bûn, belê navûdengê li tevaya kurdistanê belav bûbû, her wisa ku heta Aşûrî û Kildan û Xiristiyanên Kurdistanê jî heyranê dengê wî bûn û li Rojavayê Kurdistanê jî gelek hezkiriyên dengê wî hebûn û heta niha jî stranên wî têne guhdarîkirin û stranên wî ji aliyê gelek hunermendan ve di dawet û şahiyan de têne gotin.

Mihemed Arif Cizîrî nêzîkî 1200 stran û 60 kasêt hene, ji wan stranên herî navdar û zindî mane weke, Gulê Mehrûmê, Xizal, Xirabo, Pismamo, Diyarbekir, Bêrîvanê, Befr Barî, Çiyayê Şingalê, Bavê Fexrî, Koçerê ....hd.

Mixabin di 17-12-1986an de, dilê Bavê Kerîm rawesta û koça dawî kir û li Goristana Şaxkê li bajarê Dihokê hate veşartin.

Jêder: Kurdipedia 
Wergêran: Ebdûlazîz Qasim
Mihemed 'Arif Cizîrî (1921-17.12.1986) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 16, 2024 Rating: 5 Mihemed 'Arif Cizîrî (1921-17.12.1986)   Mihemed Arif Cizîrî, hunermendekî herî bi navûdeng yê Kurdistanê ye, li sala 1921ê li Cizîra Bo...

ليست هناك تعليقات: