Mihemed Elî Şakir (1946- 24.12.2020)
Hunermend Mihemed Elî Şakir (Rewan Şengalî), derçûyê zanîngeha Helebê beşê zimanê inglîzî ye, di sala 1946an de, li bajarê
Dirbêsîyê-Kurdistana Sûrîyê ji dayikbûye, ji
malbatek dîndar, deng xweş û
hezkirê hunerê bû.
Di sala 1961ê de٫ piştî ku rewşa wan,
ya aborî têkçû, ji bajarê Dirbêsîyê barkirin٫ berê xwe dan karê çandiniyê
(çandiniya zebze) li gundewarê Dirbêsiyê û
Serê Kaniyê, lê tevî wan zehmetiyan dev
ji dibistanê berneda û xwendina xwe berdewam kir.
Di sala 1966an de, bawernameya lîsansê
(Bekeloriya beşê zanistî) wergirt.
Di sala 1968 de malbata wan li bajarê Serê kaniyê
vegeriyan
Li dibistanên bajarê Serê Kaniyê ,,12 ,, salan karê
mamosteyiyê kir, mamosteyê zimanê Ingilîzî, Mûzîk û Şêweyê bû.
Ji sala 1961ê de, Bilûra wî hebû, û di sala 1963an de amûra Ûdê (Berbetê) kirî.
Di jiyana xwe ya hunerî de
gelek helbestên evînî, civakî û netewî yên xweş û bibandor nivîsand û awaz kirîye, her wiha gelek
tabloyên ciwan jî xêz kiriye, zêdeyî «300» stranî -ji hebest û awazên xwe- afirandiye,
û
ev gurzekin ji wan stranan: Zeynebê, Dengê vî dilî,
Xwediya kezî, Gulçînê,
Gewrê, Hey dilo, Şivan pez daxist çiyê, Dilê min tim bi
ahîne, Şêrînê, Zava, Perwîn, Peymana Min,
Leylanê, Emîne, Eman eman cana min.
Her wisa «48» helbest jî ji helbestên helbestvanên kurd, awaz
kiriye.
Hêjî
gotinêye ku, yekem car li ser asta Kurdistana Rojava awazên awazdaner M. E. Şakir bi komên mûzîkê, yên ekadîmî - di sala 1970ê de li yêzgeha Bexdê - hatin jenîn û tomarkirin.
Di derbarê rewşa bajarê Serê Kaniyê hunermend Şaker: “xuyadibe
ku plana
guhertina demografiya herêmê heye.”
Dilovaniya xwedê li Giyanê wî be
ليست هناك تعليقات: