DERDÊ ZANAVÊ
Pênûsa Azad-Hijmar-19
Yûnis Hemê
Heso ketiye gumanan û bi xwe re dipeyive, ax ... ax ... vê
serjimara awarte çi kir ji serên me kurdên cizîrê, gelek ji me kirin bê nasname
û pirên wan jî belengazên bê qiram in tevî ku em ji berê ve bizanav bûn lê ji
me kişandin, derek me digirin, parastin li me dipirsin, û her dem em binçav in
û otobîsên kirê bêhtir pera ji me distînin hotêl me bicî nakin dema ku em diçin
Şamê, Helebê em li kolanên bajêr radizin, carinan li nava baxan û li çolan
radizin, li welatê bav û bavpîrên xwe ji sala -1962- û vir de bûn biyanî, ev çi
maf e! Çi zagon e! Çi dadwerî ye! Mirov li mala xwe li ser xaka xwe û li cihê
bav û bavpîrên xwe bibe biyanî.
Ka ezê çi bikim! Wa xwedê...! dîsa hûrikên firoşgeha min nemane,
şeh, kil û kildan, morîkên zarokan, mûçing, dabir, kêr, xameyên erzan, gore, neynikên
biçûk û gelek tiştên din, ta ku bê bîra min de ka ezê herim cem birakê xwe Çeto,
bera tevan ji min re binivîse ta ku ez tiştekî jibîr nekim.
Heso derdê xwe ji çeto re got:
Çeto keniya ha ha ha, di kû re firoşgeh e kuro, erebake li ser sê
tekera ne, demên berê mirovan ev tişt û miştanan li ser pişta kera û ajelan li
nava gundan û koçerên biyabanê difirotin, îro tu dibêjî firoşgeh!
Oh Oh ... de bese looo! bi ser belengaziya min de tu hîn tunazan jî
bi min dikî de ka pendekê li min bike, çarakê ji pirsgirêka min re bibîne.
Ez dikim biçim Şamê an Helebê tu zanî ku ez bê nasname me ez li
kolanên bajaran radizim, heger nişterçî, diz, xwediyên şityanan zanibin ku pere
bi min re hene wê min bikujin birako, kes ji me xizanan re nabê xêr be, ta
kûçik jî dijî me ne! Çeto kêlîkekê rawestiya û ji nişka ve got: min çareyek
dît!
Heso got: çawa? Çeto: tu zanava min bi xwe re bibe wê kêrî te bê di
gel derekan, hotêlan, nivîsgehên polmanan û her cihê zanavê ji te bixwazin, lê
tiştekî girîng heye; piştî rahiştina zanavê navê te nema Heso ye, bavê te nema
Biro ye, diya te nema Zerê ye, navê te bû Muhemed, bav Xelef, dê Fatima.
Bes e, bes e, Heso dibêje: ji kû ev nav yê te ye Çeto?!
Çeto got: bê hişo tu zanî heger ne bi vî navî ba zanav nedidan min,
gotina ku ez ji te re bêjim pê bike ta ku karê te ser rast be. Heso zanav bi
xwe re hilanî lê dudil e, bi tirs e, berê xwe da malê ta ku bi hevjîna xwe Besê
re dûzan bike, piştî hevneşîn û şîrovekirina çîroka zanavê Besê got ev rake qenc
e ji destpêkê ve tê nîvê kiriya Şamê qezenc bike.
Heso got: ez bi tirs im û herdem ez di tirsa xwe de derdikevim.
Biner Besê heger carekê xwedê neke ez bême girtin tu û zarokên xwe
hunê birizin, zanav diyare ku ne ya min e ji ber ku çavên Çeto şîn in, yê min
reş in, porê wî zer e kurîşkî ye, yê min reş û şirtikî ye.
Besê got: bes e, bes e rebeno tirsoneko polîsê me jî ku xweşik li
zanavan dinerin û tişta sax dikin, pirên wan gêlin nizanin bixwînin û
binivîsînin, de rabe cegerê bide xwe û ne tirs e berî polman dirê keve.
Heso berê xwe da nivîgeha polman û got: pilêta Şamê rûnişteka paşî
ji min re bibire nivîskar lê vegerand, milet tev pêşî dixwaze yê te çima li
dawî ye?
Heso got: bira cihên me xizanan li dawî ye.
Lê di hundirê xwe de dibêje belkî polîs negihê paşiya polmanê.
Piştî birîna pilêtê û bi nirxekî normal Heso jî weke hemû xwedî
zanavan li polmanê siwar bû û bi rê de kete xewnên şiyaran û bi xwe re dipeyive
ji gava pêşî ve xwiyaye çerxa min rast digere û li Şamê jî wê firoşgeh tev
hûrik mûrikan bi nirxekî erzantir bidin min, vê carê ezê herim hotêlê li ser
text û doşekên nerim razim, ne li kuç û kolanan li ser resîfa hişk, wê gerson
çayê ji min re bîne û bêje fermo ke paşayê min (baş bazirgan), lê mixabin
kincên min qerpolî ne.
Yawirê şifêr avê û şekir digerîne, giha texma Heso û bang kirê hê
ciwanmêro tu tenê li binêka dawî ye tu bi kê re dipeyive, dûv re rûçikê te li
ser min ne biyanî ye tu tu carên din bi min re siwar nebûye? Heso ji tirsa
kirêke got: na, na.
Bi van peyvên ku di orta Heso û yê yawir de çêbû ji nişka ve polman rawestiya û şifêr zîvirî bi
alî rêwiyan de û got haydarbin parastin heye û deriyê polman vekir.
Du kes ketin hundirê polmanê, yê pêşî bi kincê sivîlan e, yê din
leşke re, bi tiving e, li devê derî rawestiya ye, şeq, şeq berik ajote ber
tivingê parastin got: tev ne xurcil in,
haydar bin zanavên tevan di destan de bin, serê we li jor be.
Bi rêza wan ket yek bi yek
rêwiyan pişkinîn dike yek, dido, deh , Sih ta giha rasta Heso.
Serê Heso li xwar e, naxwaze Parastin rûçikê wî bibîne ji ber ku
wêneya zanavê ne ya wî ye.
Parastin dipirse çima serê te pêl e û rûçik ê te zer e, çima çogên
te dilerizin, ka zanava te?
Navê te çi ye? Heso ser rast negot navê min muhemed e.
Navê bavê te?
Heso ji sawa wî navê bavê muhemed jibîr kir û got paşayê min ez
nizanim.
Parastin got: ha ha ha, dêmek nasnameya te sexte ye , çawa mirov
navê bavê xwe nizanibe û bankir leşker: çav û destên wî girêd e û li paşya
pîkabê wî rûnêne, li daketinê devê derî Heso bi kurmancî û dengekî melûl ji
şofêr re got: birawo ez yek ji kuştiyê serjimara awarte me, hûn şifêrê polîsê
ser riya nas dikin, belkî tu çarakê ji pirsgirêka min re bibîne.
Yê şifêr lê vegerand û got here here em ne bervedêrê zexelkara ne
ji bo çend pera te rahişte zanavek zexel, Heso dev lêva xwe kir û got ax, ax (heger
bi hirî ba wê li nav kerî ba!) li paşiya pîkabê rûnişt û vê carê kete gumana
tirsê û dilê wî çargopal lê dide, dibêje wa Xwedê tu min ji van zînatkaran
biparêzî, wek ku min bihîstiye têkiliya wan bi girtiyan re pir xerab û zor e,
bi dara li mirovan didin ta mirinê.
Bi vî awayî Heso gihaşte mexferê, hinek girtî berê li wir hebûn.
Normal e ku ji Heso bipirsin te çi kiriye, Heso derdê xwe ji wan re got. Wan lê
vegerand: guhdar be gotina dostan emê ji te re bêjin: nabe, nabe tu bêjî birakê
min zanav daye min, bi vî awayî ew jî dibe hevbeş û hevparê te di vî gunehî de,
piştî çend rojan li mexferê Heso birin cem çawîşê mexferê ta ku bersiva wî
binivîsin. Heso derdê xwe ji çawîş re got, çawîş lê hove neda û got ez zagonê
gelekî nizanim min çar pênc salan tenê li dibistanê xwendiye, ezê te rêkim
paytextê, dadgehê ev karê dadyar e dûv re ew zane. Li dadgehê Heso serpêhatiya
xwe, derd û kulê bê zanavan jê re got: dêmek gereke ku em Çeto jî amadeyî
dadgehê bikin lê ka Çeto li kû ye? Kîjan bajarî ye?
Heso got: Çeto li bajarê dêrikê ye, dadyar li nexşeya welat nerî û
got ev bajar di neqşeya me de tuneye, Heso: belê, belê paşayê min navê bajar yê
kevin e, lê piştî sala 1962 dewletê navê gelek bajar û gundên cizîrê guhertin,
navê bajar niha (malikiyê ye), dadyar ha ha, ev jî gotinek zexel e tu dibêjî.
Piştî Çeto amade bû dadgehê herdu rûbarîhev xistin Çeto û Heso, bersiva Çeto
wisa bû, ev pend û rê min da ber Heso û tu gunehê wî tune ye, gunehê rêjîmê ye,
yê dewletê ye, yê serjimara awarte ye ku dusid hezar hevwelatiyên sivîl ji sala
1962 û vir de nasname ji wan hate kişandin û bûn biyanî li ser xaka bav û
bavpîrên xwe, ez û birakê xwe ne gunehkarin, lê dadyar bi bîneke teng û bêsinçî
bangî polîsan kir û got destên herdu
gunehkaran girêdin û kaxeta xwe xwend: bi navê min û navê gel hun herdu bi vî
gunehê xerab hevpar in:
1-sextekarî
2-dizî
3-dijîtiya zagona welat
Hunê herdu sê salan li zindanê rawestin ta ku hun zanibin ku cihê
zexelkar, diz, perexur, derewînan li vî welatî tune ye pêvî zindanan. Dîsa Çeto
bi mêranî got raste, lê ji aliyê din ve baş li zindanan xerab azad in li
meyxanan in.
SER JIMAR
Hezar nehsid şêst û do
Bê rewe ye ser jimar
Pênsed hezar belengaz
Xizan dibin dîl û jar
Qada bav û kalê wan
Jê mane bê pişk û par
Mûşek li kurdan peqî
Ji hev dibin tar û mar
Pekyan hawêrî ''Şamê''
Ponijîn mane bê kar
Birrek revîn ewropa
Yên mayî mane bin dar
Li kolanên bajaran
Dimînin bê cih û war
Axa paqij û pîroz
Dorpêç dibe çar kenar
Bûyê lûsê çeqelan
Meydan ji bo gorê har
Abûrî talan diçe
Ji rêjîmên gunehkar
Gelo wê tim wilo be?
Em jî bikin zarezar
Çawa em qayil dibin?
Li ber lingê koledar
Bê dudilî divê em
Bi hev re rahêjin bar
Bilez destan bidin hev
Dereng e zû tê êvar.
ليست هناك تعليقات: