Ewlekariya netewa Kurd- Birahîm Qasim - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 10 يناير 2025

Ewlekariya netewa Kurd- Birahîm Qasim

 

Ewlekariya netewa Kurd

 



Birahîm Qasim

Lêkolîneke mêjoyî giştiyane ya rêbaza geşesendiniya kurd, yekrêzî û cografî û mirovî ya kurdistanê dûpat dike û nexşeya wê li serdema sultanetiya Osmaniyan wek belge heye, li gorî peymana Sykes-Picot de bû çar parçe, piştî bihtir ji çerxekî ji parçebûnê û cidabûna gelê kurd ji hev, ku têkil çand û nasnameya mêtinger hatî kirin, ku wê bandoreke nehînî gihand çand û hişmendiya gelê kurd.

Gelek xalên qels ên cuda di navbera van beşan de hatin afirandin, û belkî giringtirîn xalên lawaz bêyî ku li ser wan rawestin û ravekirina neyînîyên wan were rêz kirin, netêgihîştina wan ji têgeha zanistiyê û dîtina wê wekî kufr û dûrketina ji baweriya olî ye, ji encama têkilî û girêdana wan bi têgihên olî yên ku kolonîzatorê di bîr û baweriyên wan de bi cih kiribû.

Her weha ji encama pêkhateya wan ma di çarçoveya hoz, êl û çînayetiyê de û li ser çanda paşketî ku hêlişt ew ji berpirsiyariya neteweyî û daxwaza rizgariyê xwe dûr bikevin, ev jî bû sedema nebûna wêneya yekgirtî ya ewlekariya neteweyî li hember zêdebûna gef û planên siyasî yên dijminan, li ser vê bingehê diyardeyên dûrketin û nakokiyên qismî zêde dibin û hewl tê dayîn ku pirsgirêkên her parçeyekî ji parçeyên din cuda bên çareserkirin, û jêkdûriya stratejiyan û bêparkirina bingehên çavpêketinan û hevahengiyê li gor xwezaya riftarên dagîrkeran di qonaxeke derbasbûyî de di çarçoveya pêşketina dîrokî ya mirovatiyê û nebûna xwediyê goşekî bingehîn yên hişyarî û wistê û nebûna şiyanên li ser zemîna perçebûyî, her weha ji encamê dilpakiya wan a rast û baweriya wan bi soz û peymanên xapînok û derewker yên kolonyalist û dagirkeran, bûn sedema rûxandina şoreşên wan ên siyasî ne yên leşkerî ji encamê tênegihiştin û zanînê û lawaziya dîtinên li ser pêvajoya bûyeran û pîlanên dijminan li dijî wan, û mana her parçekî bi tena xwe dûr ji hev dibe sedema nemana wan ji encama têkiliyên wan bi dagirkerên di her parçeyekî de.

Em naxwazin li ser dema berê û êşê wê baxivin, belkî divê îro rewşeniyê bixînin li ser hemdem û paşeroja tê xwestin em xêz û bikêşin, û xwe ji rewşa heyî derbas bikin bi rastî ber bi lêgera çareseriyên nû û modêrin ji bo ewlehiya netewî ya kurd li gorî dîtinên civakî û yasa û formulên navneteweyî yên heyî, û daxwazên siyasetmedarên hevdemê.

Her weha doza asayişa netewî bi rengê tê xwestin di vê qûnaxê de, ew daxwaza navendî ya herî giring e, û divê guhdan pê were kirin ji bal hemû edyolociyan û hemû kesên di siyastê de kar dikin, û sûd ji rewşenbîrên serbixwe û hişmendên jîr û zana werin kirin, çimkî doza ewlehiya netewî bi hebûna milet û çarenivîsa wî re ye.

Ewlekariya neteweyî, bi hemû diyardeyên xwe yên leşkerî, siyasî, aborî, civakî, mirovî, zanistî, û hemû pêwistên jiyanê ve, pêwiste hebûna xwe ya bi şêweyê lihevhatina civakî ya ku ji hêla ewlekariya cîhanî ve tê pêşbînîkirin, ew faktora bingehîn e ku niha û paşeroja milet pê ve girêdayî ye, û bi vegerandina mafên desteserkirî û bidestxistina pêgeheke karîger di nav civaka navdewletî de, bi taybetî bi bikaranîna guhertinên navdewletî yên bilez, nemaze ew guhêrbarên ku dikarin rola aliyên dijmin di nav de sînordar bikin û azadiya her parçeyê dayik bidest bixin.

Vegereke bilez bo rewşa dabeş kirina xaknîgariya Kurdistanê di navbera sê neteweyên ku ji aliyê çand û nîjadê ve cîwaz, tiştekî suriştiye ku diyardeyên dubendî tevî yekitiya azwerî di her parçeyekî de bibin sedema armanc û stratejiyên cuda ku her çar parçeyan ji bingehên hevgirtin, hevkarî û yekîtiyê bêpar bimînin, ku bû sedema peydabûna nêrînek dualî ji bo bidestxistina ewlehiya neteweyî li parçeyek yan jî li tevahiya welatê dayik.

Çêbûna nêrîna dualî, li ser baredox û rewşa heyî ya her parçeyekî bi tena xwe hatiye ava kirin li gel diyardeyên parçebûn, paşverûtiya sîstematîk û pêwendîdar bi çanda dagirker û planên re, ev bû ya ku rê li ber xwedana bereyê bingehîn ê hişyariya neteweyî digre, lê meyla berdewam ji bo derbaskirina encamên parçebûnê û bingehên wê ber bi pêkanîna yekitiya neteweyî ve dibe, ku ew stûna ewlehiya neteweyî ya herî giring e.

Heger tişta ku vê demê niha heyî di çarçoveya geşedana dîrokî de qonaxeke demikiye û wê were derbas kirin, wê demê divê em bi ciddî û berpirsiyarî ji bo dîtina bingeh û faktorên pêwîst ji bo bidestxistina ewlekariya neteweyî li her parçeyî bixebitin, ta ku hemû parçe paş re bibin yekîtiyek berfereh.

Bê goman heta ku em ji niha û pê de sedem û pêdiviyên yekîtiya berfereh li ber çavan negirin, ev yek pêk nayê, vêca pêwiste em dûr kevin ji ecendayên ku nakevin di berjewndiyê ewlekariya netewa me, divê em xwedî li biryarên xwe derkevin bi hişmendî û şiyan û îradeyek xurt da em dema niha û paşeroja gelê xwe li pêş ronî bikin.

 

Ewlekariya netewa Kurd- Birahîm Qasim Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 10, 2025 Rating: 5   Ewlekariya netewa Kurd   Birahîm Qasim Lêkolîneke mêjoyî giştiyane ya rêbaza geşesendiniya kurd, yekrêzî û cografî û mirovî ya kurdist...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: