Mîrê Botan û jina Fileh
Qasim Mir`îka
Rojekê ji rojan, Mîrê Botan derket ji malê da biçe seyranê, ew û
çend wezîr û xulamên xwe, dûrî bajêr ketin heya nêzîkî nîvro, berê wan kete
mal, li vegerê Mîrê Botan dît çend zerî û pîrek wê li ber Ava Mezin in; geyayê
ku dane hev û çinîne weke tolik û ginêberê dişon.
Çavê Mîr kete
Zeriyekê ji wan, cilûbergên wê şîn bûn, bejna wê pir delal bû, ji dûr ve dilê
Mîr girt û dilê wî bijiyê ku pê re bizewice. Mîr gote xulamê xwe: Divê tu
guhdarê vê qîza hanê be, divê tu zanibe kî ye û keça kê ye.
Mîr û Wezîrê
xwe hatin malê û Xulam ma li hêviya wan Qîzan heya vegeriyan û berê wan kete bajêr.
Xulam ma nobedar heya bû êvar, xulam rabû û li dergihê mala wê qîzê
da heya dergeh jê re vekirin, xulam got
xêr e, ji xêrê pê ve nîn e, ez Qasidê Mîr im, Mîrê min mirovatiya te dixwaze û
ez hatime keça te ji Mîr re.
Xwediyê malê gelek bîrewer û zane bû û got: Tu li ser serê min
hatî, dê ka xwe bigire bîskekê ez herim aliyê malê û ez vegerim ji bo tu bi xwe
re bibê û herî, xulam got: Apo ez niha wê bi xwe re nabim heya nahêlim îşev di
dilê Mîrê min de bimîne, lawê min tu xwe bigire, zilam çû aliyê malê got: Kî ji
we çûye çolê? Qîzên wî nîn in, pîreka wî ye, û bûka wî ye.
Bûkê got: Mamo ez çûme çolê, xêr e? Mamê wê gotiyê: De rabe xwe kar bike, çekê xwe tev dagire û
bi Xulam re here ji Mîr re, Bûkê got: Mamo ezê çawa biçim? ez Bûka te me. Zilam
got: Rabe dereng e, êvar e, bûk rabû karûbara xwe kir û bi Xulamê Mîr re çû
mala Mîr, bûk çû aliyê malê li nav pîrekan û Xulam jî çû dîwanê li cem Mîr.
Mîr got: Tu hatî? Got: Belê ez benî, ez hatim û min ew Qîz bi xwe
re anî, Mîr got: Te got çiiiii!!??, Xulam got: Min ew Qîz anî û wa li aliyê
malê ye, li nav pîrekan e, Mîr got: Wellahî .. Bavê wê Zilamekî gelekî qenc e û
ez vî Zilamî tu caran jibîr nakim û vê camêriya bi min kirî, Xulam got: Min
Zilam wekî vî nedîtine.
Mîr kete heyecanê û dixwaze zû dîwan vala bibe da here wê Qîzê
bibîne, da miradê xwe pê şa bike, ez serê we naêşînim, kito kito civat bela bû,
Mîr da xwe û rabû çû cem bûkê, bire oda xwe û silav lê kir û got ez gelekî
sipasiya bavê te dikim û wê qenciya bi min kirî û tu îşev ji min re şiyandî û
ez jibîr nakim.
Keçikê gote Mîr: Mîrê min,
min bi te û te bi xwedê va xezûrê min ez ji te re şiyandime û ez Fileh im û tu
Musilman î, ez bi mêr im, ez bi halekî me û ez di miha xwe ya çaran de me. dema
keçikê weha got, Mîr nemerdî nekir û got : Rabe ser xwe tu xuha min î, ez te
aza dikim, keçikê got: Madem te ez xelat kirim û gelek şehreza ne û bîrewer in,
ez ber bi xêr im û kufleta te jî ber bi xêr e, hinga ya min keç be û yê te kur
be keça min ji kurê te re û hinga herdû keç bin bila keça min xadima keça te be
û hinga xwedê herdu kur dan bila kurê min şêwirdarê kurê te be û bila navê yê
te Bedirxan be û bila navê yê min Hirmiz be , Keçikê heyî û neyî di destê wa de
bû û navê wan bi dunyayê ket ji mêraniya wan û ji zanebûna wan. Rojekê ji Roja
du Eşîra li herêma Botan şerê hev dikirin û yekê ji wan yek têşand û mafê wan
dixwarin, wê Eşîrê hat giliyê xwe li cem Mîr Bedirxan kirin, Mîr gote Hirmiz:
tu çi dibêje Hirmiz? got Mîrê min tu bi
keyfa xwe yî, Mîr rabû hilmetek ji leşkerê xwe kar kirin û berê xwe da wê Eşîra
stemkar û ew Eşîr êşand , ji bo tu caran stemkariyê li kesekî neke. Dibêjin
çend sal tê ve çûn; rojekê hinek kes ji Deşta Hesinan hatin gotin ku Êzîdiyê
Şengalê zordariyê li Misilmanan dikin, li şivan û aşvaniyê wan dixin.
Mîr Bedirxan gote Hirmiz: Tu çi dibêjî? Hirmiz got Mîrê min biryar biryara te ye, Mîr
xwe kar kir û hêzek giran bir û çû li
ser Êzîdiya hin hatin kuştin û hin birîndar bûn û hin jî reviyan, hemî çûne
Şingalê. Demek bûrî rojekê Misilmanê Sînorê Rûsa hatin cem Mîrê Bota gotin:
Mîrê min Aşûriyê herêmê hewya me nema di destê wan de dibê, Mîr wek her car
gote Hirmiz, Hirmiz got Mîrê min nebêje ji ber go Fileh in ez vê gotinê dibêjim,
lê ji ber ku ew bi xweyî ne pişta wan heye, Mîr got: Xweyê wan kî ne Hirmiz?
diyar kir û got Rûs in Mîrê min tu bi keyfa xwe yî.
Mîrê Botan rabû şerekî giran bire li ser Aşûriyan, yên kuştin
kuştin yên bazdan û filih çûne Rûsiyayê. Rêveberiya Rûsî gelek bi xwe ne xweş
kir têl li ser têlê danî, Sultanê Turkiyê got: Divê kesê ev şer kirî were
serjêkirin, Sultan pirsî hat xuyakirin ku Mîrê Botan ev karê han kiriye.
Sultan hêzek giran kar kir, qûnax, qûnax heya gihane Cizîrê hawîrdorê
Cizîrê girtin û delêlî berdane nava Cizîrê, ban kirin yan serê Bedirxan yan emê
Cizîrê xira bikin. Hirmiz got: Mîrê min ez û tu emê herin li ba pêşengê vê
hilmetê ew ji dêla Sultan e, bila serê min û te bê û ne xirakirina Cizîra Botan
be, min gote te Aşûrî bi xwedî ne, ha ev jê derket.
Mîr rabû xwe kar kir wî û Hirmiz sibihê zû berê xwe dan çadira yê
pêşeng, nihêrtin va ne li çadirê ye derketiye li ser Leşkerê xwe, yê Begçî du
kursî dane wan, herdu rûniştin, Hirmiz got: Mîrê min hinga yê pêşeng hat û da
devê çadirê emê di cihê edebê de sekinin û rabin ne xweşik e em bimînin
rûniştî, Mîr got: Bila Hirmiz, hinga yê pêşeng hat; Hirmiz rabû li ser xwe û
Mîrê Botan Şûrê wî ma li ser kaba wî û ne rabû, yê pêşeng got tu Hirmizî û ev
Mîrê Botan e, ji ber serê te hişk e, va Firmana bi darvekirina te bi min re ye,
lê ez te na kujim tu xortekî ciwan î.
Karê te kirî nayê qebûlkirin, pirsa Sultan çima te Êzîdî êşandin û çima te ew Eşîra li Hekarê tê penaberkirin û te Aşûrî kuştin, te berda wan û bazdane Rûsiya û Rûs qîma wan nayê. Mîr got: Min karek ji bo Sultan kir, ez zordariyê qebûl nakim. Pêşengê Sultan gote Mîr Bedirxan: Divê tu ji Cizîrê bar bikî û va serjêkirina te û raporta te ya Sultan dayî min bi min re ye, ez te nakujim, tu xortekî mêr î, lê tu serhişk î. Mîrê Botan rabû sergumî bû û ji Cizîrê çû û hate Şamê…
ليست هناك تعليقات: