ŞEVAN JÎ BIHIJMÊRE - Ereb Horê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 4 يناير 2025

ŞEVAN JÎ BIHIJMÊRE - Ereb Horê

ŞEVAN JÎ BIHIJMÊRE

Pênûsa Azad-Hijmar-19



Ereb Horê 

 

Tinazê xwe li min bike, ji te

Dilteng nabim, sibe wê hinek

Li te jî bikenin, çarlepiya te

Li bîra te tê, dema tu diveterisî

Laliya mast bi te ve dirijiya

Tîqetîq bi ser malê diket

Min jî carcaran, li kolanê mîz dikir

Weku nimûne, ew roj ji me

Şemitîn, ta nuha jî ji me dişemitin, heyran

Şevan jî bihijmêre, ma roj

?Bi tenê temen dixwin

Nuha ne ez, ne tu

Em ne em in! Nuha li Efrînê

Bazekî bêbask, pencê wî demûş

Nikilê wî, di nava kevzê de

Ez im

Şingal jî êdî ne pakîze ye

! Birako

Wîîî ji bîra min çûbû, min ji te re

Negot li Kerkûkê çi bi serê

Min hat, hama başbû te ne dît

Gewriya min zuha,lûle li nav

Çavê min

!Tilî li ser surmê, gidiyano

Te digo qey ez kurê jinbavê me

Bazirgan jî, li wir kombûbûn

Nîzîkî rê dimîztin.

  

ŞEVAN JÎ BIHIJMÊRE - Ereb Horê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 04, 2025 Rating: 5 ŞEVAN JÎ BIHIJMÊRE Pênûsa Azad-Hijmar-19 Ereb Horê     Tinazê xwe li min bike, ji te Dilteng nabim, sibe wê hinek Li te jî bikenin...

ليست هناك تعليقات: