Îmzekirina dîwana (Doz û Evîn) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 22 فبراير 2025

Îmzekirina dîwana (Doz û Evîn)

 Îmzekirina dîwana (Doz û Evîn)



Di çarçoveya çalakiyên hevbeş yên di navbera Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya de, Roja Şemiyê 22.02.2025, bi amadebûna çend kesayetiyên berniyas yên rewşenbîrî û siyasî û civakî, ahengek bi alîkariya Komela Kobanê li bajarê Bielefeld yê Almaniyayê bo wajokirina pêncem dîwana helbestvanê Kurd Dilêş Bavê Kasir bi navê (Doz û Evîn) hat lidar xistin.

Di destpêkê de, Helbestvanê Kurd Hişyarê Emerê Lalê wekî pêşkêşkarê ahengê bixêrhatina mêvanan kir û piştî rêzgirtina şehîdan û sirûda neteweyî Ey Reqîb, çend peyv hatin xwendin di nav de peyva herdû Yekîtiyan ku ji aliyê nivîskar Ebdûlazîz Qasim ve hate pêşkêşkirin û têde destxweşiyê û pîrozbahî li Mamosta Bavê Kasir kir û her weha peyveke dîtir ji aliyê Nivîskarê Kurd Îbrahîm Yosif ve hat pêşkêşkirin û têde behsa xebat û jiyan û keda mezin ya Helbestvan Bavê Kesir kir.

Di beşekî dîtir yê ahengê de, hunermendê navdar yê Kurd û Ermenî Îbrahîm Kêfo çend stran bi kurdî û Ermenî pêşkêşkirin û paşî ji aliyê koma Tîrêj ya hunerî ve çend stranên kurdî hatin pêşkêşkirin û piştî nanxwarin û firavînê, Mamosta Dilêş Bavê Kesir helbestek ji dîwana xwe ya nû xwend û bi îmzekirina dîwana (Doz û Evîn), ev berhemê binerx li ser amadebûyan hat dabeşkirin û ket di nav refika petûkxaneya Kurdî de





Îmzekirina dîwana (Doz û Evîn) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on فبراير 22, 2025 Rating: 5  Îmzekirina dîwana (Doz û Evîn) Di çarçoveya çalakiyên hevbeş yên di navbera Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekî...

ليست هناك تعليقات: