Seydayê Tîrêj (Mela Nayîf Heso-1923-2002) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 23 مارس 2025

Seydayê Tîrêj (Mela Nayîf Heso-1923-2002)

Seydayê Tîrêj:(Mela Nayîf Heso-1923-2002):



BIRAHÎM QASIM

Edebiyata kurdî ew jî wek a gelek miletan ji encama zanîn û xwendina edebiyata cîhanî û çanda gelan, ji layê rewşenbîrên Kurd ve, ji rewşekê yan qonaxekê derbasî qonaxeke din bû.

Edebiyata kurdî di serdema nûjen de em dikarin piraniya helbestvan û nivîskaran di nav rêbaz û doktrînên edebî de rêz bikin, û gelek mînak û şêweyên helbestî hene, ku wêneyekî berfireh li ser pêşketina dîroka edebiyata kurdî ya van çend salên borî da diyar bikin ku rola ronakbîrên kurd di pêşxistina edebiyata kurdî di dema nûjen de bi taybet di destpêka

Rojnamegeriya kurdî dema ku yekemîn rojnameya kurdî di sala 1898an de jêrnavê Kurdistan paşê li Ewropa û Qahîreyê derket ta sala 1918an.

 Ev nifşê nû ji nivîskar û helbestvanên serdema çerxa bîstan, nivîsên xwe guhertin, di dema guherînên mezin di rewşa cîhanî de çêbûn, û li seranserî cîhanê hestên netewî gihiştin asteke bilind û derketin holê, di vê guherîna cîhanî de careke din Kurdistan hate parçekirin û mafê gelê Kurd ji aliyê neteweyên dagirker û hevalbendên wan ji dewletên bihêz mîna Fransa û Înglîz ve hate binpêkirin, ji aliyê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ve dîrokeke reş hate tomarkirin.

 Em di nav hinek helbestên nifşê nû de dibînin, ew bi giştî dirameyên xemgînî û derd in, bi şêweyê klasîk, romantîk û bikaranîna ciwaniya realîzma xwezayê, ku jiyana Kurdan a bextreş nîşan didin hatine nivîsandin.

Bêguman helbestên hinekan, bi sadebûn û zelalî tên binavkirin, di nav gelê Kurd de bi awayekî berfirehtir dengvedaneke mezin bi dest xistine, ji ber ku rewşa gelê xwe, bi nivîs û helbestên xwe ve gihandine, nemaze piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, rêbazên edebiyata kurdî mijarên nû yên ji dîroka siyasî ya herêmê hatine deynkirin, û bi têkoşîna rizgarîxwaziya Kurdan ve girêdayî ne, û ji nû ve rastkirina metnên edebî yên gelêrî ku ji dîroka gelê Kurd hatiye veguhestin.

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar

Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar

îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e

Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev

çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev

Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev

Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e

Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader

Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der

Rewşen kirî Kurdistan,bi carek wê seraser

Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e

Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye

Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye

Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye

çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e

çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran

Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan

Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan

Wek Tîrêj dibêje:jîn divê kotek û zor e.

Herweha bandorên xwe li civaka mirovahiya gelê Kurd kirin, di heman demê de guherînek di edebiyata wî de hate çêkirin û xwe ji hin şêweyên edebî wek tesewif û doktrînên cihêreng vekişandin, lê ewqas ne bi zelalî, carina xwe tevlî Sosyalizmê û Hebûna Rasteqîne Existentialism (Hebûnî) dikirin, dibe ev çand dibû sedema ku beşê mezin ji wan êkser li dijî pîlan û kiriyarên dijî mirovahiyê derkevin, dema wêje û edebiyat, huner û folklor kirin xizmeta kurdewariyê , beşek ji hunera xwe ya gelêrî û devokî xistin warê kar û piraktîkê û bi zimanê kurdî li gel hemû zehmetiyan ji hêla dagirker û dijminên wan ên dîrokî wek Ereb, Tirk û Îraniyan ve, dane nivîsandin, herwisa ji nifşekê ta nifşeke din ji helbestvanan, mijar û wêneyên ciwaniyê ji surişta welêt bi bedewiya jina Kurd ve girêdan, helbestên evînî, mirovahî û civakî bi hest û ramanên xwe kirin di ber berjewendiya giştî, wek hişmendiya li dijî paşketin û nezanînê, herwisa alîkariya diravî û cangoriyên di şoreş û serhildanên kurdî de li rexekî, û piştgiriya berxwedana miletên bindest li seranserî cîhanê li rexekî din bû.

Dema milet bi yek be wekî lehya giran e

Tutişt li ber xwe nagre tev pêl û girgirînek

Bi kerwanê demê re bibin heval û hogir

Li ber we kes xwe nagre ne axa ne jî beg

Li meydanê biqûrin wekî şêr û pilinga

Nevyên Guhderz û Rustem Sasan û Alê bermek

Ji ser milên xwe bavên barê sitem û zorê

Dewletek nû li darxin bi tac û text û serek

Em jî bi serfirazî bijîn di vê cîhanê

Ji welatê me pêve ji mer nîne deverek

Nexwe em dikarin bêjin, ku nivîskarên Kurd ji encama bandora çand û edebiyata navnetewî li bîr û ramanên wan, berhemên wan jî ketin bin wê bandorê, dema naverok, form û zimanê xwe nû kirin, û karîn gaveke nû bavêjin, herwekî ev tişt di nav berhemên wan ên curbecur de diyar e.

Hin helbestvan û nivîskar jî hene, xwedî nêrîneke edebî ye dîrokî ne, ku ew nêrîn derketiye holê û qonaxên bingehîn ên pêşketina hunerî ya edebiyata kurdî nîşan didin.

Tevî êş û azarên nivîskar û helbestvanên Kurd û rûbirûbûna wan li ber dadgehên ewlekarî, gelek ji wan di zindan û binçavkirinan de ne, û desteserkirina pirtûkên wan ji aliyê desthilatdarên dagîrkerên welatê wan ve, û nasnekirina nasname û zimanê wan, lê wan kêliyekê jî dudilî ne kir, berdewam man her ji bo ziman û edebiyata xwe tiştên ne hêsan gihandin bilindahiya wêjeya cîhanê, wisa wêjeya xwe gihandin astên herî bilind, bitaybet  wêjeya kurdî ya hevdemê di dema  zayîna  cureyên edebî yên wekî gotar û çîrokên edebî de derketin holê.

Helbesta kurdî bi hemû cureyên xwe ve di dema nû de bikar tên, lê helbet wek me gotî ku naverok, wêne, hest û raman li gor rewşa cîhanê û taybetmendiya kurdî xwe guhertine û berve pêşketin, teknolojî û şaristaniyê ve çûne.

Helbesta klasîk a hevdem ji helbesta kevnar zaye, parastina jêdera hunera resen a kevneşop dike, bi wêne û ciwankariyê re palbend e, lê wek mijar û naverok xwe jê guhertiye û bi rola helbesta nûjen radibe, ev şêwe xwe berve Riyalizim (Rasteqîn)ve ajotiye û li ba hin helbestvanan tevlihevî navbera Riyalizima Rasteqîne û Riyalizma Sosyalist çêkiriye.

 Tîrêj:

Ger nebe alîkarê şoreşgera

Te ji mîr û beg û axan çi divê?

Rengê Tîrêj neb êşa millet re bî

Te ji derd û kul û daxan çi divê?

Di pesn û aferînê (Nîlson Mandêla) de weha dibêje:

Te serfiraz kir efrîqa başûr

Ji destê dijmin bi kotk û zor

Hezar aferîn rêberê milet

Li te pîroz be ev tac û sewket


 di 22 Azara2002ê de diçe ber dilovaniya Xudayê xwe.

Gor behişt be.

 

  

Seydayê Tîrêj (Mela Nayîf Heso-1923-2002) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 23, 2025 Rating: 5 Seydayê Tîrêj:(Mela Nayîf Heso-1923-2002): BIRAHÎM QASIM Edebiyata kurdî ew jî wek a gelek miletan ji encama zanîn û xwendina edebiyata cî...

ليست هناك تعليقات: