Xwandinek Felsefî Di pirtûkaTengezar Marînî
ya bi navê, (Peyv di sînorên êşê de).
Qîrîn Ico (Qîrîn Afrîn)
Eger em bi xwendinek giştî bala xwe bidin helbestên T. Marînî, emê Afsana Gilgamîş têda bibînin.
Çawa Gilgamîş piştî mirina hevalî xwe, li Ezel, û felsefa jiyan û mirinê diger e.
Di Helbestên T.Marînî de gelek pirs tê da aşkere dibin. Her gav helbestvan li Ez û hebûnê digere.
Dîkart di felsefa xwe de, ya bi nav û deng gotiye:
( Ez hizir dikim, yanê ez heme). Di helbestên T.Marînî ew hizir diyar dibe.
Di pirtûka (Peyv di sinorên êşê de) Sê tiştin serekî bala min kişandin,
1- Afsana Gilgamêş
2- Hebûn û Ez
3-Çar hêmanên xwezayê û werzên Demsalê.
1-Afsana Gilgamîş (jiyan û mirin)
Helbestvan bi aşkere diyar nakî efsana Gilgamîş, lê ew bi riya hizir û ramanên xwe, bi riya hin kilîtên hevbeşkirî navbera wan her du wan, di helbestên xwe de diyar dike.
Gilgamîş di jiyana xwe de her dem, li ava jiyanê digeriya, T.Marînî di helbestên xwe de, nîzîkî felsefa Gilgamiş dibe, di gelek cihan de, di helbestên xwe de ew tişt diyar kiriyî ye, dema dibêjî:
Tu li çi digerî
jiyana xwe hemî
min bi geryana li kevirekî buhurand
min dixwest wî bibînim
li kû lê bigerim?
li kû wî bibînim?
kalek hebû,
saloxên kevir jibîr kiri bûn. rûp(94)
li cihekî dî de dibêjî:
eger tu av bî
ez delav im. rûp(12)
Em dibînin çewa tekez kiriye di helbestên xwe de li ser av, û Jiyanê, û berdewamiya jiyanê, bi guherînê ve girêdayî.
Girêdana duyeme, navbera her duwan, Felsefsa mirinê.
Mirin def helbestvan, xemeke giran e, û ezelî ye, û Hebûneke rastiqîn e, dema mirov di jiyana wan de kesên nêzîk dimirin, ew barkirin xemekî û şikandinekî di hundirê dilê mirov de dihêle, û hata mirinê gel dimîn e. wisa T.Marînî bi vê nirînê nêzîkî Gulgamîş dibe dema şîrovedikî, dibêjî;
Mirin, werçep e, kolanan li xwe dialîne
Di kîjan çavî de. tu diyar dibî?
Guhpêl dikim, dengê gavên te dinasim
Tu li vir î, wek hebûna min.
Rêçek ne bo nebûniyan e
Zemîn çêlîka asîman e.
Mirin rastî ye
Rêka xwe winda nake
Rastî rêga ye
Mirin û ez
Mir- ez. rûp(19)
Gilgamiş piştî mirina havalî xwe yê herî nêzîk, gelek xemgîn dibe dest bi gerandinê dike, ji bo El Ezel, Elxlod, mirina hevalî wî Ankîdo gelek wî êşand. Ev jî hevbeşeke girêdaye di helbestên T Marînî, dema xemgîn dibe ji barkirina hevalên xwe.
Tu stêrek rijiyayî li ber hilma peyvê
Bask û hevokeke nefiriyayî di nav êşê de
çend rûpel in ji viyanê...?
Tu mayî pirtûkek nexwandî
Li nav rûpelên pêkola qedexe
sirûdeke li dûv xwe hiştî di eniya me de
Tu ber bi lotkayê ve û....
Ez û kevoka min ji ref mane
nema tên lîs û hêlînê. rûp(55)
2- Toriya Hebûnê
Çi girêdan nav bera felsefa Heidiggir, toriya Hebûnê, û helbestên T. Marîrî?
yek ji girîngiya toriya Hebûnê, peyva (Ez.)
Helbestvan gelek li ber vê peyvê rawesiyaye, û li kûrahiya Ez a xwe geriyaye.
gelekî bi kar aniye. û li ber Eza xwe sekiniye.
Heidggar di felsefa xwe de dibêje, mirov nikare wateya hebûnê destnîşan bike, eger lêkolînê li derdora bingeha xwe heyîna mirov neke.
wisa diyar dibe di helbestên Tengezar bi giştî.
Ez, ez disotîne
Ez, guhdariya bêdengiyê dikim
Ez, hizra te dikim
Ez, hizra te nakim. rûp(105)
Di her felsefekî de gelek pirs têne ber çav, hemî gava mirov li bersiv digere, gelek caran di hundirê xwe de digere.
wisa dema em bi kûrahî helbesên Marînî şîrovedikin. Em rastî gelek pirsên kûr tên, li hemî gavan li bersivan digere.
Mirov di jiyana xwe de wisa ye, ji temenê xwe yê hizirî de heta dimire li xwe û sedema hebûna xwe digere, li pirsgirêka hebûna xwe digere. û çima hatiye jiyanê, û çima wê barkê.
Heidigger di pirtûka xwe ya bi navê “Hebûn û Dem” de ku di sala 1927-an de hatiye nivîsandin, dibîne ku mirin rastiyekî dide hebûna mirovî, dema ku mirov îhtîmala mirinê vedike, têdigihîje ku gelek alavên ku ew dixwaze bi dest bixe, wê demê ji bo mirov nîsbeta tu îmkanan bi bîr tîne.
ji alîkî din dibîjî,
Mirin ji bo mirovan ne tenê pirsgirêk e, sir e. Di navbera pirsgirêk û veşartî de cûdahî heye.
Tu li min bi hemanekê bûyî
Şev e, ez xwe bispêrim kîjan stûî?
Erê li ber kîjan sîber serê xwe deynim
Şev digirî, Yaxud ez?
Bêhna te nayê min.rûp(97)
Heidiggir di felsefa xwe de, girîngî daye demê û bi hebûnê ve girêda ye, ji ber ku hemî gavan dibêjî,
Zanebûn a mirov bi tekeziya mirinê de, di rêka demê re ye.
felsefa helbestvan di vê hizirî re diçe.
pirsa demê di helbestên xwe de gelek car diyar dike.
Bilez dizivre çerx
Rabûn û rûnştin e
Tarî, tarî û tarî ye
Asîman dinale û min dikuje
Tu çi dikî? Gîro nebe
sibe jî îro ye
Zarok girî û ken e
wek demê nalive. rûp(101)
3- Çar hêmanên xwezayê û werzên demsalê.
Bi giştî di pirtûka Marînî de, di hemî helbestên wî de siroşt, û çar hêmayên xwazayî tê da diyardikin wek Av, Agir, Ax, Ba
gel çar werzên Demsalê, û guherînê siroştê.
Ew jî girêdaye bi mirov bi pêdiviyên mirov.
Mirov pîdivî bi ciwaniya siroştê, û guherîna werzên demsalê, wisa helbestvan jî pêdiviye bi karanîna siroştê di helbestên xwe de.
Nimoneyên karanîna çar hêmayên xwazayî gelekin di helbestên Tengezar Marînî de, ezê wek nimone du helbestan hilbijêrim.
Payîz bû, asîman. nesayî
Rojê
Xêzên bejna wê çirisandin
belge zer bûn
jiyan kete kefteleftê rûp(17)
Ev girêdanek ciwan navbera mirov û siroştê, û nav bera hest, û hundirê mirov de çêdibin;
li nav
Agirekî har
gerim dike
Ew dizane
ew zêr e
Dizane
ku
resas e jî? rûp(22)
Piştî xwandineka kûr, bi giştî, em dibînin çawa helbestvan, T.Marînî balansek ciwan di helbestên xwe de çêkiriy e. Ew belans têkel kiriye navbera hizir û hebûnê, û Ez, Dem, navbera mirov û siroşt.
Ji alîk dî ve, çawa kîmîstiriyek navbera guherîna di hundirê mirovan de, û guherîna demsalê ve, bi awakî ciwan aniye ber çav di hemî helbestên xwe de.
Jêder
1-Dîwana Tengezar Marînî, Peyv Di sînora Êşê De.(8) 2024
2-Gotara Aşref Nacih Îbrahîm, Felsefa mirinê di hizrê Heidiggir.
3-Hebûn û Dem, Heidiggr.
![]() |
ليست هناك تعليقات: