Ezîz Nemêtî koça dawî kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 12 أبريل 2025

Ezîz Nemêtî koça dawî kir


Ezîz Nemêtî koça dawî kir



Hewlêr (Rûdaw) 


Helbestvanê nivîskar û lêkolerê Kurd Ezîz Nêmetî yê ku bi navê Avaşîn jî tê naskirin doh li nexweşxaneyeke Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di 66 saliya xwe de koça dawî kir.

Nêmetî yek ji helbestvan û nivîskarên herî navdar ê Kurd bû li bajarê Urmiyeyê û du pirtûkên helbestan, lêkolîna edebî bi zimanên Kurdî û Farisî belav kirine.

Her wiha bîranînên Refîq Hilmî jî ji Îngilîzî wergerandiye Farisî.

Nivîskar çend komele çîrok jî ji Kurdî wergerandine Farisî û her wiha ji Kurdî wergerandine ser zimanê Îngilîzî, bi dehan gotarên wî di kovarên navxwe û derveyî Kurdistanê de hatine belavkirin û çend lêkolîn li ser awaz û stranên folklorî yên Kurdî çap û belav kirine.

Ezîz Nêmetî nexweş bû û çend caran emeliyat jî bûbû.

Ezîz Nêmetî sala 1959an li gundê Kanî Spî yê li Deştebiêla Şinoyê ji dayîk bûye, li Şinoyê xwendiye û sala 1978an li Urmiyeyê di beşê rahêneriya mamostetiyê hatiye wergirtin û sala 1987an li Zanîngeha Tebrêzê beşê ziman û edebiyata Îngilîzî temam kiriye.

Ezîz Nêmetî li Şino, Poldêşt, Çaypare, Tebrêz û Urmiyeyê mamosteyê dibistanê bû û zêdetirî 20 salan li bajarê Urmiyeyê bi cih bûbû.

Jêder: Rudaw 



Ezîz Nemêtî koça dawî kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 12, 2025 Rating: 5 Ezîz Nemêtî koça dawî kir Hewlêr (Rûdaw)  Helbestvanê nivîskar û lêkolerê Kurd Ezîz Nêmetî yê ku bi navê Avaşîn jî tê naskirin doh li nexweş...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: