Gewre û rewşenbîrê Kurd.Mîr Celadet
Bedirxan Paşa. (1893-1951).
Seîd Yûsif.
Malbata Bedirxanîyan malbatek e navdar û xwedî kar û xebatên
netewî ne, Ji berî nêzîkî / 200/. Salên çûyî de.
Ew weke darek e pîroz û mezin û berfireh, koka wê şînhat
di erda Cizîra Botanê de, û şaxên wê ber bi asîmanan bilind bûn. gelek sûd û berhem
jê hatin wergirtin ,û diyarî Kurd û kurdistan kirine .
KURTE JIYANA CELADET :
Mîr Celadet, ji dayik bûye, li bajarê Stenbolê, 26 /4/an,
sala (1893) de. Bavê wî Emîn Alî Bedirxan Paşa kesayetekî dewlemend, û xwedîyê mal
û milkan bû.
Deriyê Mala wî vekirî bû, û bi taybet, li ber
kesayetiyên rewşenbîr û nivîskar û helbestvan û dîroknas û mozîkvan û Zimannas,
weke zankoyê, ji hemî celebên zanistîyê û wêjeyî lê bikardihat kirin.
Di hembêza vê Malbata dewlemend, bi Rewşenbîrîyê û
fikr û raman û huneran û bitaybet kanîya netewî yê, jiyana Celadet ya biçûkanî destpêkir ye.
Celadet, xwendina xwe, li dibistanên Stenbolê û deverên
din bi dawî tîne. Paş re fakulteya leşkerî, bidawî tîne … beşdariyê di cenga cîhanî
ya yekemîn dike, li devera Belqan û Qefqasyayê.
Celadet rawestandin, di jiyana wî de, tunne bû, ji biçûkanî
de, û heta dawiya jiyana wî.
Ji bajarekî heta bajarkî din, û ji Dewletekê heta
dewletek din.
Sala /1922/an de, Ataturk, fermanek derxist, ku
kesayetiyên netewî yên Kurd, bikujin û sergun bikin…û yek ji wan Celadet bû, û
Bedirxanî bi tevahiya wan, çimkî Ataturk, û hemî desthilatdarîya Osmanlî,
malbatên navdar yên Kurd berbat dikirin û dikuştin, û talan dikirin. Ji ber vê
yekê Celadet û Kamiran neçar dibin, û direvin ta gihîştin Almanya yê, û li wî
welatî Celadet xwendina xwe, ya mafnas( HUQÛQ), bi dawî tîne ji zankoya
Laybizîg, sala (1925) an de.
Li gorî dîtina min Celadet li Almanyayê dikeve bin
bandora, Fîlosofya, Fîxtê.(1762-1814)de. Û Hêrdir.(1744-1803)de. Ew Felsefe ya ku
girîngiyeke mezin dida rola ziman di yekbûna milletê Almanî de, û rêzgarîya
Almanya.
Ji ber vê yekê, Celadet jî girîngiyê dide fêrbûna
Zimanê Kurdî. û kar dike bo amadekirina, alfebey Kurdî bi tîpên latînî.
Di sala (1935)an de. Celadet, dibe hevjînê Xanim Rewşen
Bedirxan, dema ku herdu li bajarê Şam bûn. Û Xweda yê Mehrîban, keçekê diyarî wan
dike, bi navê SÎNEM. û lawek bi navê CEMŞÎD.
Celadet li bajarê Şamê niştecî dibe, li taxa Şuheda, û
jiyaneke bi astengî û kêmasiya mal,û pereyan derbas dike, ji ber ku hukûmeta Ataturk
dest danî ser hemû mal û milkên wan.
Lê belê tev ku Hukûmeta Frensî hewil da bo alîkariya wî,
lê Celadet hîç qebûl nekir.
Ji ber ku xwedî rûmet bû, û bi tenê ji keda destê xwe
dixwar.
Lê hinekî halê wî xweş dibe, dema dibe karmend di dezgeha
Rêcê de, ya hukûmeta Sûrîyê, ji bilî ku xanima wî Rewşen mamosta ziman bû, xwedî mûçe bû( mi'aş).
bi vî awayî jiyana wan xweş dibe, û dikevin xanîyekî firehtir.
lê mixabin Celadet herdem dibin çavdêrîyê de dimîne, ji
gellek aliyan ve…Hukûmeta Sûryê, û ya Ferensî, û Tirkî, û Îranî û Iraqî, û Inglîzî.
Sala (1951)an de. /15/7/an. Feleka bêbext, jiyana
Celadet bi dawî tîne, di bûyerek bi êş, û xemgînî, di dema ew hîn di hêrsa dana
xwe de bû.
û cenazeyên wî tê veşartin li tenişta papîrê wî BEDIRXANÎ yê mezin li goristana, Neqşebendî li
bajarê Şamê.
GER Û XEBAT :
Birastî, em nikarin ger û Xebata mîr Celadet ji hev
cuda bikin, ji ber ku gerra wî ne ji bo geştyarîyê bû, yan di çû seyranan.
Ew herdem neçarî gerrê bû, ji ber dijminê wî pir bûn, û
jê bi tirsbûn, loma ew dişopandin, û di bin kontrola wan de bû.
Sala (1917)an.dibe Serkirdeyê hêzek leşkerî Osmanlî, nêzîkî
derya Urmiyê.
Sala (1919)an.bi hevaltiya, Kamiran Bedirxan, û Ekrem
Cemîl paşa, û Fayiq Tewfîq weke şandekê ji aliyê Komîteya bilind ya Kurd. û berê
xwe didin, nava Bakurê Kurdistanê, nav hoz û Eşîrên Kurdan, ew hişyar dikirin bo beşdar bibin, di raperîn û şoreşan
de, di ber mafê gellê Kurd de.
Ev li gorî hinek
jêder eşkere dikin. lê Ataturk li wan
dizîvire û rê li ber wan digire, û gellek hozên Kurd û Serokên wan dixapîne bi sozên
vala .
lê hinek jêder, diyar dikin, ku ew û Êdward Mêcer NÛÊL,
yê Inglîzî, derketin bo nerîn û daxwazên hozên Kurdî bo Serxwebûna Kurdistanê,
berî peymana Sîver (1920) de .
Loma ew diçin Meletya nav hoza Reşwanî, û têbînîyên
xwe dinivîsin.
Nûêl bi tîpên Latînî dinivîse, û Celadet bi tîpên Erebî
dinivîse, û piştî vegera wan, her yek lêvegerê li nivîsandinên xwe re dike û
serrast dikin.
Ji wê demê de, Celadet dît ku tîpên Latînî, baştrin bo
zimanê Kurdî..?
Ji aliyekî din ve, ez dûr nabînim ku Nûêl bi xwe girêdayî
Ataturk û xidmeta hukûmeta wî di kir.
Sala (1925)de.dema şoreşa, Şêx Seîd dest pêkir, Celadet
vegeriya Kurdistanê, bo beşdariya şoreşê, lê mixabin şoreş vemirî, û Celadet
careke din, neçar dibe û vegeriya Almanyayê.
Sala(1926)de. Celadet diçe Qahîrê,
ji ber bavê wî nexweş bû, û li wî bajarî, diçe ber dilovaniya xwedayê xwe.
Celadet vê carê berê xwe dide Beyrûtê, û dibe mêvan li
mala apê xwe, Xelîl Ramî Bedirxan. û li wir hevdîtin û dîdarîya gelek rewşenbîrê
kurd dike .
·
Di /5/10/de, sala (1927)de. beşdarî civîna,
Bihemdûn dibe, li Libnanê, bo sazkirina komîteya "Xweybûn"a girêdayî bi
şoreşa Agirî ve.
Celadet hewil dide bo beşdariya şoreşê, lê mixabin, şoreş
hat şikandin, loma Îhsan Nûrî û Celadet derbasî Îranê dibin. û li wir şahê
Îranê, jê dixwaze dûrî siyaset û doza netewî Kurdî here, li hemberî ku bibe balyoz,
li Dewleta ew bixwaze.
Lê Celadet, dîsa qebûl nake, loma hukûmeta şah wî
neçar dike, û diçe başûrê Kurdistanê, paşre diçe Bexdayê, lê vê carê dikeve bin
astengîyên Îngilîz, û carde vedgere Beyrût.
Sala(1929)an de. dest bi nivîsandina, Bîrhatinên xwe
dike, û xwe di bexşîne bo karê Siyasî û rewşenbîrî, li bajarê Şamê.
Paşre, diçe Cizîrê û beşdar dibe bo damezrandina " Komîteya Kurdî
bo alîkariya Kurdên belengaz li Hisiça".
Lê belê weke her carên din, Desthilatdarîya Ferensa yê,
wî vedgerîne bajarê Şamê, û ji Cizîrê dûr dixe, li ser daxwaza Tirkiye.
Di /25/8/1930/ de. Hukûmeta Frensî, erênîya niştecîyê
li Şamê danê.
Weke hat xuyakirin, û di nêrîna min de, Celadet di du qonaxan
de, kar kiriye, di a yekemîn de, bêhtir ber bi karê Çekdarî de çû ye, lê mixabin piştî
hêvî ya wî nema, ew berê xwe dide karê Siyasî û Kulturî.
Giringtirîn kar di qonaxa duyem de, amadekirina Alfabêya
kurdî ye, dema ew û hevalên wî :
Ekrem Cemîl paşa, Hemza bek Meksî, Mûsa bek, ji Kurdên
Şamê.
dicivin li mala Alî aẍa Zilfo, û biryarê didin ku,
Alfabeya latînî, ya ku ji /31/ tîpan pêk tê, bibe Alfebêya fermî ya zimanê kurdî .
paş re, tîpên Alfabêya xwe di weşîne di şeş jimarên pêşîn
de, ji kovara xwe, ya bi navê HAWAR. Di 15/5/1932/de.
Û hemî gotarên xwe têde belav dike dibin sîya gellek
navan wek : Mîrê Botan,
Herekol Azîzan, Nêçîrvan, Bavê Cemşîd, Xwedayê Hawar… TD.
Hejmar jê derketin, /57/
Paş re, di Nîsana sala
(1942)de. kovara RONAHÎ, weşand ta Eylûnê, sala (1944)de.
Lê hinekî rawestîya, û careke din xuyakir, di /15/3/1945/
de. Û paş re bi temamî rawestîya.
Sala (1947)de. Hukûmeta Sûrîyê derfet da Celadet bo
hilbijartina endamê, perlemanê, lê mixabin piştî, hinek çalakî bi cih kirin. bangeşeya
wî, hat rawestandin, û rahiştin navê wî ji lîsteya navan, û ew vegerandin, paytextê
"Şam".
bi sedemên siyasî, û bi taybetî ji aliyên Dewletî,
Weke Tirkîye.
Bi van awayên xirab û pîlan û zordarî, dijmin û neyaran, rê li ber mîr Celadet
girtin.
Çîroka Alfebeya Kurdî:
Mîr Celadet, di gotarek xwe de, ya hatîye weşandin, di
kovara Hawar de dibêje: Fikra Alfebeya Kurdî li cem min zelal bû ye dema ez û Mêcer Nûêl, bi hevre digeriyan nav Hozên
Kurd ji bo Nerînên wan nasbikin bo Autonomiyê…
Û ji wê demê de, sala (1919) an. Ev bîr û bawerî pêr
dimînin û mezin dibe.
wek min berê dîyarkir di bendên çûyî de…heta tîpên xwe
amadekirin, û hêviya xwe bicih kir û biryara dawî pê hat standin.
Û her weha, peywendîyan bi hevalên xwe re dike : Hemza
beg Meksî, û Ekrem Cemîl paşa, û Mûsa beg, ji Kurdên Şamê, û
Hemû dicivin, li mala Alî Axa Zilfo, û bi giştî erêniya
xwe didin bo Alfabeya, tîpên latînî Kurdî, sala (1931)de. (Qedrî Cemîl Paşa,
R.164)
Lê belê Qedrî Cemîl, vê ramanê vedgerîne, demeke dûrtir,
û dibêje : Fayîz beg ê ku endamê komîteya "Hêwa" û karmendê post (Berîd).
a Stenbolê, ew dibe yekemîn kesayet pêşnîyara tîpên Latînî kirîye, bo zimanê Kurdî, û dîsan dibêje: Ku Dr.
Ebdella Cewdet, herdem tekez dikir ku tîpên Erebî, nabin ji zimanê Kurdî re, û
yên Latînî duristirin. (Qedrî Cemîl paşa- R-164)
Lê belê ser dawî Qedrî Cemîl destkeftina, Celadet, dibîne
wek karekî giranbuha, û cihê rêzgirtinê, bo xidmeta zimanê Kurdî. Ji ber vê
yekê ez jî dibînim ku Mîr Celadet, hêjaye, ku em navê Alfebeyê, bikin "ALFEBEYA
CELADET".
Lê pirsa min eve..
Gello ew Tîpên, ku ji wan re dibêjin tîpên Erebî ew
rast Erebî ne yan na..? Li gorî agahiyên nû, û weke Dr. Mehdi Kakeî di gotarek
xwe de tekez dike û jêderan nîşan dike, ew tîp tîpên Impratoriya XÛRÎ ya Kurdî ye, ew dibe bingeha zimanê
Hindo Ewropî, û Erebî û Ibrî jî , ew tîp pejirandine.
Berhemên Celadet:
Berhemên Celadet, gelekin… ev hinek ji wan in .
1
– Rêzimana alfebeya Kurdî, Dîmeşq, 1932.
2-
Hinek rûpel ji alfebeya Kurdî, Dîmeşq 1932.
3
– Nimêjên Êzîdîyan, 1933.
4 –Nameyek bo Mustefa Kemal Paşa, Dîmeşq. 1933. Bi zimanê Tirkî
Wergêr, Erebî ,
Xanim Rewşen. weşan, Dîlawer Zengî.
5
– Doza Kurdî bi zimanê Ferensî, 1934.
6
– Rêzimana Kurdî, bi zimanê Ferensî, 1943.
7-
Rêzimana Kurdî, bi Kurdî û Ferensî, çapa, Paris, 1970. Yê Ferensî hat
wergerandin bi Erebî, 1990.
8
- Qamûsa,Kurdî Kurdî, diyarî ji Rewşen Xanim, bo Akadîmîya, Kurdî li Bagdad,
1971.
Gotina
dawî:
Mîr Celadet,
kesayetîyekî, rewşenbîr û zimannas, bi gelek zimana zanî bû, wek: Erebî, Tirkî,
Elmanî, Ferensî
Celadet yek ji girîngtirîn
pêşengên, rojnamevanên gelê kurd e, Kesayetkî nayab, xwedî ked û destkeftinên buha.
Pabendî doza gelê
Kurd bû, û jiyana xwe, ya kurt - lê belê
dagirtî bi xebat û lêkolînan- kir bû qurbanî bo doza Kurdî. Celadet piştî kar û
xebat û ger, digihêje baweriyekê ku kurd kêmasîyên wan pirr in wek xwendin û nivîsandin,
û têgihîştina netewî û zanistî. Loma rêzgarkirina Kurdistanê girêdayî bi van kêmasiyan.
lê mixabin destê
dijminan û pîlanên wan, Celadet dorpêç dikirin, û herdem di bin kontrola wan de
bû, û biserde destê Felekê zû bi zû ew kişand, ew destê, xelasî jê tuneye.
Jêder :
-
Konê Reş, Mîr Celadet Bedirxan paşa û
çîroka berhevkirina Alfabeya Kurdî-Latînî - rûpelanû.com. 2,temmûz,2022.
-
Dîlawer Zengî, Celadet Alî Bedirxan,
jiyan û berhem, ji rûpela, Dîlawer bizmanê kurdî,û Erebî.
-
Qedrî Cemîl Paşa, doza Kurdistan, lêveger,
Dr. Izeddîn Mûstafa Resûl, çapa Erebî duyem, Beyrût. 1997.
-
Mehdî Kakeyî, sedemên rûxandina, Împaratorîya,
Sasanî Kurdî.
rûpela : Kurdistan of Civilisation, 18/8/2022.
-
Wîkîpediya.
ليست هناك تعليقات: