Hevdîtinek ligel Partiya Azadî Kurdistan(PAK)
Li ser vexwendina Partiya Azadî Kurdistan, Roja Şembiyê 5ê Nîsanê, li bajarê Kolnê/Elmaniya, hevdîtinek di navbera şandek ji serkirdayetiya PartiyaAzadî Kurdistan û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya de hate lidarxistin.
Di hevdîtinê çend mijarên siyasî û rewşenbîrî hatin gotubêj kirin û di destpêkê de, endamê serkirdayetiya PAK û berpirsê wê li Ewropa berêz Şemal Pîran rewşa siyasî bi xêrhatina Yekîtiya Nivîskarên kurdistana Sûriyê kir û paşî bi giştî rewşa siyasî li Rojhilatê Kurdistanê şirove kir û piştgiriya PAK bo Rojavayē Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser mafên neteweyî yên miletê kurd wekî (xak, ziman, netew) kir û piştgiriya xwe bo hewldanên yekrêziya nêvmala kurdî kir û bi taybetî li Rojhilat û Rojava, ji aliyê xwe Mamosta Bêjen Zîbayî endamê Serkirdayetiya Partiya Azadî pêdagirî li ser giringiya avakirina dewletek Kurdî kir, ku tenê bi dewletbûnê Gelê kurd dikarê hebûna xwe ji bişaftin û nemanê biparêzê û rizgar bikê, her wisa piştgiriya partiya xwe bo bidestxistina her maf û destkeftek neteweyî li her beşekî Kurdistanê piştrast kir.
Ji aliyê xwe Mamosta Sebrî Resûl serokê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên kurdistana Sûriyê spasiya Partiya Azadî Kurdistan kir û bal kişand li ser giringiya hevdîtinên wisa di navbera sazî û rêxistin û partiyên kurdî de, her wiha da zanîn ku divê nivîskar û rojnamevanên kurd bi rola xwe ya neteweyî rabin û cihê xwe bigirin di nav tevgera kurdî de û bibin zimanhalê doza xwe ya neteweyî li hember hewldanên dagîrkeran yên dibin bi aramca bişaftina nasnameya neteweyî û rewşenbîrî û dîrokê ya Gelê Kurd.
Mamosta Guman Hisên kurtiyek li ser rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir û di axaftinê xwe bal kişand li ser hewldanên rêkxistina nêvmala kurdî û giringiya tifaq û yekhelwestiya kurdî kir û her di derbarê vê yekê de rola Herêma Kurdistanê û bi taybetî rola Serok Mesûd Barazî bi bulindî nirxand, û Mamosta Ebdûlazîz Qasim endamê YNKS bi kurtî behsa giringiya parastina ferheng û çanda kurdî kir bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê ji ber dewlemendiya rewşenbîrî ya Rojhilatê Kurdistanê bi taybetí ji aliyê Zimanî ve û tekezî li giringiya hebûna navendeka lêkolînên akamesyen ya zimanzanî di navbera zaravên kurdî de (Kurmanc, Lor, Lek, Hewramî, Kelhur, Soranî) kir.
Di dawiyê de her yek ji PAK û YNKS rêkeftin li ser berdewamiya têkilî û karên hevbeş li Ewropa.
ليست هناك تعليقات: