Hin Rêziman
Ebdulhekîm Muhemed
Kîte biçûktirîn beşa peyvê ye ku
ji dev derdikevê bi yek dengî û nabê du deng an du parçe-deng, di dengzaniyê de
jî giringiya kîteyê heye û ber bi çav e, û her kîteyek pêdiviyê dengdêrekê ye,
bê dengdêr kîte nîn e û dibê ku dengdêrek bi serê xwe kîteyek bê, lê dengdarek
bi serê xwe nabê kîteyek.
Mînak: Gula sor a min e. /gu 1/la
2/sor 3/ /a 4/ /mi 5/
/ne 6/.
Ji bo kîtekirina bêjeyê, divê ku
em çend rêzanan pêk bênin, bi gelemperî: divê ku em agahdarî kîteyên-bilêvkirî
bin ( tevahiya dengên an ku tîpên bilêvkirî bi hev re).
1- Kîte nabê di navbera tîpeke
dengdêr û tîpeke kelijandinê de, dema ku dengdêreke tenê bi tîpa kelijandinê re
bê.
Mînak: dijwar = dij/war. Nabê ez bêjim:
dijw/ar ×.
Derya = der/ya
Lê dema ku tîpa kelijandinê di
navbera du dengdêran de bê, di vê ku kîte li ba dengdêra pêşî bê.
Mînak: ciwan = ci/wan. Diyar = di/yar.
2- Dema ku tîpeke dengdar di navbera
du tîpên dengdêr de bê, kîte berî tîpa dengdar tê.
Mînak: xebat = xe/bat. Şêrîn = şê/rîn. Azadî
= a/za/dî.
3- Dema du dengdar, di nîvê bêjeyê
de, bi dû hev bên, kîte dikevê navbera herdiwan de.
Mînak: Kurdistan = kur/dis/tan. Hember = hem/ber. Berber = ber/ber.
Lê dema ku her du dengdar wek dengekî tenê bilêv bibin yan jî ji tîpên
pevdeng bin, an ku têkevin pêşiya bêjeyê yan jî dawiya bêjeyê, ew nayên
kîtekirin û nakevin rêzanê de .
Mînak:
-Berf = /berf/. Şkeft = /şkeft/. Ewr = /ewr/,
-Stiran = sti/ran. Bindest = bin/dest.
Xwarin = xwa/rin. Pêxwas = pê/xwas.
4- Ku sê dengdar bi dû hev bên, kîte
dikevê piştî tîpa diwemîn de.
Mînak: dengbêj = deng/bêj. Destgirtî =
dest/gir/tî. Tifingçî = ti/fing/çî.
Wek ku me di mînakên jorîn de
dît, bêjeya kurdî tê vekîtandin bi gelek rengan û cureyan.
*Yekîteyî: ev jî ji dengekî ta
pênc dengan bikar tê wek kîteyekê.
-Yekdeng: /a/, /ê/, /î/, /û/ …
-Dudeng: /av/, /aş/, /ku/, /ba/, /za/ …
-Sêdeng: /nan/, /yar/, /bar/, /kar/ …
-Çardeng: /mast/, /deng/, /reng/, /heşt/ …
-Pêncdeng: /şkeft/, /stand/, /şkest/ …
*Dukîteyî:
şê/rîn, pî/ran, a/rî, ma/zî …
*Sêkîteyî:
bîr/a/nîn, şê/ra/nî, çar/ço/ve …
*Çarkîteyî:
ke/li/jan/din, şe/wi/tan/din, hil/bi/jar/tin …
*Pênckîteyî:
şer/me/zar/ki/rin, şi/ro/ve/ki/rin, da/me/zi/ran/din, ra/wes/tan/di/nek …
………………………………………….
Xalnîşan yan jî nîşandek, xalbendî, niqteşanî, ev hemî navên vê babetê
ne, lê ezê bi xwe vê navlêkirina ku min diyar kiriye bikar bênim.
Xalnîşan rawestandineke kin e, di nav bera du hevokan, du parçeyan an du
deqan de ye, yan jî nîşandana bidawîbûn, matbûn an pirsekê ye, di nivîskî de
bikar tê ji bo hêsanîkirina xwendin û têgihiştina hevokê û xweşbûna rîtima
ziman.
Xalnîşan jî ev in:
Xal ( . )
Pirsnîşan ( ? )
Baneşan ( ! )
Bihnok (, )
Xal-bihnok ( ; )
Xalên rawestandinê (sêxal) ( … )
Xal-cot (: )
Dunik ('' '')
Rêbir: dubendek ( - - ) û dukevan
( )
Bendek ( - )
Dabeş ( / )
Dabir ( ' )
Xêzik ( _ )
=============================
Xal (.)
1-
Xal bidawîbûna hevok, parçe, deq û ramanekê nîşan didê.
Mînak: Mirovatî di cîhanê de tiştekî pir giring e. Ezê vê hevokê bixwênim.
2-
Li ber kurtebêjeyan tê nivîsandin.
Mînak: M. Alar şagirtan fêrdikê.
Dr. Ferhad li zankoyê
dimênê.
Erebê
Şemo bi alîkariya prof. Orbêlî û Ishak Morgolêv yekemîn tîpên
latîtnî ji bo kurdî amade dikê.
3-
Ji bo veqetandina xaneyên hejmaran.
Mînak: 1.000.000 / 10.000 / 25.000
4-
Ji bo nivîsandina mêjiwê, xal dikvê nav bera roj, meh û salê de.
Mînak: 21. 11. 2014 z., 21. 3. 2714 k.
=================================
Pirsnîşan (?)
Li dawiya hevoka pirsyariyê an jî li dawiya bêjeyeke pirsyariyê tê
nivîsandin, ji xwe di kurdî de, pirs tenê bi dengdanê an ku bi kirpandinê pêk
tê, di lêvkî de, lê di nivîskî de pirs bi riya pirsnîşanê pêk tê.
Mînak: Kurd li vê taxê hene? / Çiqas?
Ev kî ye? / Kîjan?
Di gumanê de jî Pirsnîşan di nav du kevanan de tê danîn.
Mînak: Dibêjin serokomar nexweş e (?), lê ez bawer nakim.
Li dawiya hevok û bêjeyên baneşanî tê nivîsandin, ew jî tê bi wateya
diyarkirina hestekî bilind.
Mînak: Hek,tu li virî! / Bes e! / Wey gidiyano! / Çi
xweşik e!
===========================
Bihnok (,)
Rawestandineke kurt e, di navbera du regezan an jî du hevokan de ye, ji
bo mirov bihnvedanekê bidê.
Mînak: Ka du kîlo hejîr, du hinar, du
sêv û du gêzer bide min.
Endamên encûmenê pir in, erkê wan parastina
tevgerê ye.
Erê, ez
mamoste me. / Na, ez cotkar im.
===========================
Xal-bihnok (;)
Berdewamî û nîşandana heman
raman, tişt û wateyê didê xwiyakirin û dikevê nav bera du hevokên bi hev ve
girêdayî, rawestandineke xwiya ye bihtir ji bihnokê û kêmtir ji xalê ye.
Mînak: Dixwest here nexweşxanê; kesî
şanî ne dikir.
Ew ne dihat cem te; wê ew anî.
============================
Xalên rawestandinê (…)
Didê xwiyakirin ku hevokek yan jî
parçehevokek winda ye an girêdayî maye.
Mînak: Wî ji min re got: ezê …, lê min behwer ne kir ku …
Hevalên min pir in, Şêrîn,
Nisrîn, …
Ezê bêjim û …
Eger xalên rawestandinê di nav
bera du kevanan de bin, didê xwiyakirin ku gotina nivîskar hatiye birîn.
Mînak: Hêja Celadet Bedir-Xan gotiye: '' keçê, kuro, an hînî zimanê xwe bibin
an ne bêjin em kurd in (…) nemaze …
Va ye dîse îro jîn
Li min bû deryak ji xwîn
Ji dedan bûm dilbirîn
(…)
Bese jîn ez bûme kal …
Di şûna peyveke fehêt de an ku peyveke ku mirov naxwazê bêjê tê
nivîsandin.
Mînak: De bese b…
============================
Xal-cot (:)
1-Dikevê axaftina durust de an jî axaftina gotina yekser.
Mînak: Mamoste got: ''dibistan cihê xwendin û zanînê ye''.
Wî da
xwiyakirin: ''ez nayêm''.
2-Dikevê jimarkirin û danasînê de.
Mînak: Ez xurdezadên spî dixwim: mast, şîr, penêr, fireh û nîvişk.
Kiryar: ew kesê
ku bikar dirabê.
3-Dema ku di navbera du hevokan de pêwendiyeke vêcî destnîşan bibê
(sedem, encam, dijayetî …), an jî di navbera sernamekê û naveroka wê de.
Mînak: Ji serma qufilî: derî û pencere vekirî bûn.
Di pirtûka Ziman û Rêzimana Giştî
de hatiye nivîsandin: hevok ji çend bêjeyan tê avakirin…
4-Di demê de ji bo cudabûna demjimêr û xulekê.
Mînak: 5: 15 / 6: 20 / 12: 05 …
==============================
Dunik (" ")
1-Li hawîrdora gotineke jêgirtî an jî axaftineke yekser (durust) tê
nivîsandin.
Mînak: Barzaniyê herdemsax gotiye: ''ciwan serê rimê ne.''
Wê digot: ''ezê dev ji kar berdim.''
2-Li hawîrdora bêjeyekê yan pevokekê dema ku bê xwestin wê
veqetênin an ku wê bel bikin, bidin xwiyanî.
Mînak:
'' mirovatî '' tiştekî bi nirx e.
Ez ji '' hevjîna '' xwe hez dikim.
Tevgera gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ''di qonaxeke pir giring de
derbas dibê'' lewma jê tê xwestin yekrêziyeke durust bikê.
==============================
Rêbir
Dubendek {- -} û Dukevan {( )}:
Têne nivîsandin li her du aliyê regezekê ji hevokê ku ne giring yan ne
gerek bê; yanî mirov karê dev ji wê regezê berdê û pêdiviya wê di hevokê de ne
bê.
Mînak: Birayê min - birayê mezin - mîna bav e ji bo min.
Şer geşdibê - li gorî nûçegihanê me - li bajarê Serê
kaniyê û
gundewarê Tirbespiyê.
Ezê sibe demjimêr du (piştî nîvro) bêm ba te.
============================
Bendek (-)
1- Dikevê navbera hevalbêjeyan û bêjeyên hevedudanî de.
Mînak: Burca-Belek. Muhemed-Emîn. Kevirê-Reş. Bedir-Xan.
Xal-cot. Xal-bihnok.
2- dema ku mirov tiştekî dinivîsê bi jimartin an jî babeteke ku bihtir
ji bijartinekê yan ji xalekê tê de hebê.
Mînak: Babeta ku ez niha tê de dinivîsim sê pêşniyarê wê hene:
a- Dikevê navbera
hevalbêjeyan û bêjeyên hevedudanî de.
b- Dema ku diyalog
an ku guftûgo…
c- dema ku mirov
tiştekî dinivîsê…
3- dikevê navbera du mêjiwan de
dema ku bi jimarkî bêne nivîsandin.
Mînak: M. Celadet Bedir-Xan 1897-1951, Prof. Qenatê Kurdo
1909-1985, Dr. Kamîran Bedir-Xan 1895-1978.
=============================
Dabeş (/)
Ji bo cudakirina tiştan, bêjeyan… bikar tê.
Mînak: 2/4, 02/03/2014, sor/reş.
Dema ku malikên helbestan bi dû hev bên.
Mînak: Şer bikin pêşmergên me/ Bistînin welatê me/
Derxin
gawir û çete/ Azad bikin gelê me.
Di matêmatîk de wek dabeşkirinê bikar tê.
Mînak: 4/2= 2, 50/5= 10.
==============================
Dabir (')
Dabir mîna tîpekê bikar tê, lê di taybetmendiyan
de:
1-Dema ku tîpeke biyanî di kurdî de bikar bê,
mîna tîpa '' 'ayn '' a erebî.
Mînak: Mes'ûd, Su'ad, Isma'îl.
2-Dema ku di helbestê de tîpek bê avêtin ji bo
pêwistiyên helbestî.
Mînak: Çi bar e bar'kî giran
Zor zor e jê re derman
(…)
=================================
Xêzik ( _ )
Dema
ku diyalog an ku guftûgo di navbera çend kesan de çêbibê, xêzik li şûna navê
wan tê nivîsandin.
Mînak: Elend ji Alar re digot:
-
Alar
tu ji kû ve tê?
-
Ez
ji dibistanê ve têm.
-
Bi
hêvî me tu zîrek bê.
-
Ez
bawer im, erê.
3-Cot-bêje
Du bêjeyên ku bi gihaneka ''û''
yê bi hev re tên ji wan re tê gotin cot-bêje, ew jî li gorî tîp, kîte û
cîderkan birêz dibin.
1- Bêjeyên ku kîteyên wan ne weke hev in; bêjeya biçûk li pêşî tê
nivîsandin.
Mînak: Ga û çêlek, dîk û mirîşk, şûr û xencer, ka û kelpîç,
dar û devî, pel û rûpel, qaz û ordek, …
2- Bêjeyên ku kîteyên wan weke hev in; bêjeya ku kîteyên wê kintir bin li
pêşî tê nivîsandin; yanî kîteya pêşî dengdêra wê divê ku kin bê.
Mînak: Pismam û dotmam, çep û rast, jin
û mêr, kur û bav, …
3- Bêjeyên ku jimara dengdêrên wan yek bê; wî çaxî bêjeya ku dengdarên wê
kêmtir bin ew li pêşî tê nivîsandin.
Mînak: Dê û bav, dê û keç, pênûs û pirtûk, mil û
ling, mê û nêr, …
4- Dema ku her du bêje yek bin di bihndana bilêvkirinê de; bêjeya ku bihtir
di pêşezmandevî de bilêv bibê li pêşî tê nivîsandin.
Mînak: Keç û kur, dest û ling, rî û rû, heval û hogir, …
* Timî di rêzimanê de rewşên derêzanî an ku
nerêxistinî hene, ji ber ku rêziman guhêrbar e bi sedema pêşketina ziman bi
xwe, lewma di rewşên derêzanî de divê ku li gorî rîtima (aheng) bêjeyan mirov
wan bikar bênê; yanî bêjeya ku rîtima wê sivik bê ew li pêşî tê nivîsandin.
Mînak: xwîşk û bira, gurçik û hinav, …
……………………………………….
4-Bêjeyên lihevxistî
Bêjeyên lihevxistî ew bi xwe du
bêje ne, tevlî hev bûne ji bo bibin bêjeyek, ew jî bi sedema nêzîkbûna
bilêvkirina wan an jî ji ber hatina wan timî bi hev re.
1-
Lihevxistina daçek û cînavkan:
-Li + wî, wê = lê
Min li wî dipirsî = min lê dipirsî.
-Bi + wî, wê = pê
Ez bi wê re dipeyivim = ez pê re dipeyivim.
-Ji + wî, wê = jê
Leyan av ji Lana re anî = Leyan av jê re anî.
-Di + wî, wê = tê
Ta di qula derziyê ve diçê = ta tê ve diçê.
2- Lihevxistina daçek û cînavka guher:
-Li + hev = lev
Ciwan û Jiyan li hev dinerin = ew lev dinerin.
-Bi + hev = pev
Evîn û Bêrîvan bi hev re çûn = ew pev re çûn.
-Ji + hev = jev
Her du ji hev xeyidîn = her du jev xeyidîn.
-Di + hev = tev
Goşt û tirşikê di hev ne de = wan tev ne de.
-Li, bi, ji, di + êk = lêk, pêk, jêk, têk.
Karê xwe bi êk bêne = karê xwe pêk bêne.
Cînavka guher ''êk'' ê bi tenê li
çend navçeyên kurdî bikar tê, mîna devera Behdînan û Hekarî, lê li ba me bikar
nayê. Bi alîkariya vê cînavka guher (êk), gelek lêkerên hevedudanî (biwêjî) pêk
tên.
Mînak: pêkanîn, pêkirin, têkçûn,
lêkdan, …td.
Her weha bi bihtirên cînavkên lihevxistî re
lêkerên hevedudanî pêk tên.
Lihevxistina cînavka pirsyarî û cînavkên arzî:
-Çi + ya = çî
Jînê çi ya te ye ? = Jînê çî te ye ?
-Çi + yê = çî
Perwer çi yê te ye ? = Perwer çî te ye ?
-Çi + yên = çî
Ev xort çi yên
we ne? = ev xort çî we ne?
3-
Lihevxistina cînavka pirsyariyê û navekî:
-Çi + awa = çawa
Çi awayê te ye?
= tu çawa yî?
4-
Lihevxistina hokerek û navekî:
-Kû + dever = kûdê,
kîdê, kûderê, kîderê
Lava çû kû
deverê? = Lava çû kûderê (kûdê, kîderê, kîdê).
5-
Lihevxistina daçekek û navekî:
-Bi + alî = ba
Kardox çû bi alî Mêrvan ve = Kardox çû ba Mêrvan.
-Ji + bûyîn = bo, ji bo, ji ber, ji bona.
Ji bûyîna ku ez kurd im, ez ji mirovatiyê hez dikim = bo (ji ber, ji
bona, ji bo) ku ez kurd im, ez ji mirovatiyê hez dikim.
6-
Lihevxistina cînavkên şanîdanê bi navan re:
-Ev, vê + ro,
şev, sal = îro, îşev, îsal.
Ev ro derçûna
şagirtên korsa zimanê kurdî ye = îro derçûna şagirtên korsa zimanê kurdî
ye.
Vê salê buhar
xweş e = îsal buhar xweş e.
Ev şev sar e =
îşev sar e.
Vê şevê ez
nexweş im = îşev ez nexweş im.
7-
Lihevxistina cînavkek pirsyariyê bi daçekekê û cînavkekê re:
-Kî + ji + van = kîjan.
Kî ji van karê bibezê? = kîjan karê
bibezê?
-Kî + ji + wan = kîjan.
Kî ji wan zîrek e? = kîjan zîrek e?
…………………………………………….
Pevdengî tê bi wateya bihevrehatin, hevgihiştin, peyhevhatina du tîpên
dengdar ku timî her du dengdar bi hev re û bê veqetandin têne nivîsandin.
Di lêvkî de mirov hestyar dibê ku dengdêrek di navbera her du tîpan de
cihê xwe digirê û timî ew dengdêr ''i'' yê ye, lê di nivîskî de, ew bê dengdêr
têne nivîsandin, çi di destpêka bêjeyê de û çi di nava û dawiya wê de bên ji
bilî "xw" yê; ew tenê di destpêk û nava bêjeyê de bika tê.
Tîpên pevdeng jî ev in: xw, şk, sp, st.
Çend mînak ji bo bikaranîna tîpên pevdeng.
Xw: xwarin, xwê, bixwêne, serxwebûn, …td.
Şk: şkeft, şkêr, leşker, anîşk, mişk,
…td.
Sp: spas, spartin, kespik, hesp, …td.
St: stiran, stembar, kurdistan, rastî, mest,
hest, …td.
ليست هناك تعليقات: