ji filoklorê kurdî: Strana Şahîno - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 9 أبريل 2025

ji filoklorê kurdî: Strana Şahîno

ji filoklorê kurdî: Strana Şahîno



ADIL EBDULA

Şahîn, ev navê kurdî yê şirîn û resen, li seranserî xaka Kurdistanê belav e, navekî kurdî yê mêra ye û taybete bi gelê kurd, watedar e bi xweşî, geşbînî, dilxweşî û şadî. di nav herêma Botan de pir belave, di zemanê kevin û nû de, lewra stranên xweş û berketî li ser hilgirên vî navî hatine ristin û hûnandin, ji bal hozan û keçên evîndar ve, ev stran li ser xortekî bi navê şahîn hatiye hûnandin û gotin ku ta vê rojê bêhtirîn dengbêj û stranbêjên herêma Botanê, di koçik û dîwanan de, li çol û zeviyan li ber kar û baran û di demên taybet yên civaka kurdî de tête gotin.

 Çîroka strana şahîno wesa ye:

Li bajarê Amêdiyê buyerek evînî di navbera xortekî û keçekê de çê dibe û dibe bûyerek, herdû nişteciyê bajarê Amêdiyê bûn û li wir dijîyan, xudana stranê keçeke evîndar e, hezkiriya xortê law e, xoşewîsta şahîno ye. Diyare ku ku dildarî û evîndariya wan zor e û bi şewat e, hin astengî û pirsgirêk û nakokî di navbera wan de rû didin, tevlî ku ew gihabûn hev, ew alûzî di stranê de xuya dibin.

Strana şahîno behtir tête gotin di nav hunermend û stranbêjên herêma botan de, straneke xweş e, nazike, nerm û hêsan e, lewra gelek dengbêj vê stranê dibêjin, weke îsa Berwarî, şikrî Rêkanî, Xelîl Bakozî, Salihê Şernexî ,Ehmed Zêbarî, Azad Feqe û h.d. her stranbêjek bi rengekî dibêje, hin sê malikan di strênin, hin çar malikan dibêjin, û hin pênc malikan di strênin, hin kêm dikin, hin zêde dikin, lê naverok her yeke, her yek wate ye, evînî û xoşewîstiya di navbera xort û keçan de, lê di vê stranê de keç e, ya ku hûnandiye, zeman û demê stranê, ne gelekî kevn e, wê ne zêdetir ji sed û pêncî salî be, çinku di stranê de, gotina wer-wer derbas dibe, ew jî tomîgan e, kû berikan serhev tavêje, û cihê ku stran lê durist bûye, û herdû evîndar lê dijîn, bajarê Amêdiyê ye, emê stranê raxin li ser rûpelê bi dengê stranbêjê navdar, îsa Berwarî:

Şahîno oooooo

Ezê bi deriyê Amêdîka rengîn de têmo dibêjin wa bi text e

Belê tu yê rabe şahîno girê bide qarîşan, sêbarî van rexta

Min bibe welatê Oremarê, cihê xweşmêran, wey sêbarî van mişexta

Mala min, mala babê min, şahîno.

Şahîno ooooo malik ava woooo

Ezê bi deryê Amêdîka rengîn de têmo heware dibêjin wa bi sinc e

Tu berê xwe bide kanya dewletê sîpana hemû sosin û birinc e

Derdê işqê evîniyê şahînê malxirab girtiye, ji xelkê alemê û dinya yê we ye ku derdê malxirab her qolinc e

Şahîno ooooo malik ava woooo

Ezê bi deryê Amêdîkê de têmo haware wa bi der e

Tu yê rabe şahîno girê bide rext û sêbarî van wer wera

Min nebe nava bajaran, welatê xerîban û xurbetan

Min bibe welatê jorî, ew cihê xoşmêran, sêbarî van sêmera

Were mala min, mala min, mala babê min şahîno

Şahînooooo malik ava wooo

Şahîno malik xirabo, ezê bi deryê Amêdîkê de têmo dibêjin wa ber li ser berî

Çawa şahînê malxirab li min xayin bû

Evî malxirabî jinek li ser min îna

Ezê dil nahêlim tu nifiran lê bikim

Belê ezê rabim, ji dil û aqil tobe bikim

Ezê biçim bibim tobedarê mezarê Ûnis pêxemberî

Wextê jin îna bi xewdakin, ji dil min ve herne serî

Mala min, mala nin, hey mala babe min şahîno. 

ji filoklorê kurdî: Strana Şahîno Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 09, 2025 Rating: 5 ji filoklorê kurdî: Strana Şahîno ADIL EBDULA Şahîn, ev navê kurdî yê şirîn û resen, li seranserî xaka Kurdistanê belav e, navekî kurdî yê...

ليست هناك تعليقات: