JI TOREYA KURDÎ (PEND Û METELOK) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 9 أبريل 2025

JI TOREYA KURDÎ (PEND Û METELOK)

 

JI TOREYA KURDΠ(PEND Û METELOK)

 


LUQMAN YÛSIF

 

Pîvana zengîniya her zimanekî ne tenê axaftin û derbirîn e yan jî hijmara peyv û gotinan e.

Gelek hêman û factor hene ku zengîniya ziman didin diyarkirin, ji wan tore û kevnetor e û herdu jî bi ezmûn û pêşveçûna jiyana civakê ve tên girêdan.

Di seranserê jiyanê de civak yan jî kesayetên wê rastî bûyer, pirsgirêk û nûçeyan tên û di encamê de helwest û boçûn têne derbirînkirin û di serî de pend û metelok ku ji nifşekî tê veguhestin ji bo nifşekî din û dibe mîna kilîtekê ji pênasînê re yan jî dibe kurtkirin ji berferehiya çîrok û bûyeran re, û bi saya evan pend û metelokan her bûyerek yan jî rûdanek nema dimîne seyr û bi derbirîna çend hevokan tên zelalkirin. Ew pend û metelokên ku ne tenê ziman bi wan tê xemilandin, lê belê encama ezmûn û rûdanên dîrokî didin diyarkirin û gelek caran jî rê didin ber kesan û dibin pêşdan û alîkar ji bo derbaskirina pirsgirêkekê.

Di zimanê Kurdî de ku ji zimanên cîhanî yên zengîn tê hijmarê pend û metelok şûneke giring û balkêş digirin û bi navdarî jî tên nirxandin.

Wek lêkoler û zimanzan û her weha temen mezin tênin ziman ku zimanê Kurdî bi metelok û pendên xwe gelek navdar û dewlemend e û hêja ye amaje bi hijmarekê ji wan bibe ku di encamê de sûd û mifaya wan bê diyarkirin:

JI PENDÊN KURDÎ:

-TIŞT XWEDÎ LI PIŞT.

Çi bizav û çi çalakî hewcedarê guhdan û şopandinê ye û ev penda ku ji sê gotinan hatiye avakirin di rasteqînê de bi wateya xwe gelek mezin û berfereh e.

Di riya vê pendê re her kes tê şîretkirin ku nabe mirovek yan jî kesek dest bi bizavekê bike û ne çavdêr û guhdar be jê re ji ber wê encam têk biçe.

Mînak:

Dema kesek darekê biçîne û lê xwedî dernekeve yanî ber wê ne kole û ne xepêre û têr av neke, gelo ew dar wê bibe berhemdar yan jî wê karibe bê guhdan berxwedanê li hemberî rewşên xwezayî yên xirab û awarte bike? Her weha gelek mijarên din mîna mînaka darê ev pend li ser wan tê ziman.

-BI XWEZIYA KESÎ NE RAHIŞTIYE BAQÊ KEZIYA.

Dibe ji vê pendê bê berketin ku tenê bi kar û xebata ciwanekî ku evîndarê keçekê be û hêvî û lava ji Xweda dike ku mirada wî bi cî bîne û bi yara xwe şad bibe bêyî ew bike ked û lebata ku bibe sedem ji hevgihînê re, lê belê li ser gelek mijaran tê ziman û bikaranîn.

Mînak:

Kesek li mal rûniştiye û karê wî yê bê kara ye û bi ser de jî hêvî û lavan ji Xweda dike ku pirsgirêkên wî çareser bike!.

-ŞÊR ŞÊR E ÇI JIN E ÇI MÊR E.

 Ne tenê ev pend girêdayî ye bi gewd û hêza jinê ve yan jî anîn û xwedîkirina zarokan, lê belê bi rola wê ya giştî ve ku pêkarîn li ba wê hene ku hevbeşiyê bi mêr re bike di hemî warê jiyanê de, ji kar, ji xebatê, ji berxwedana di ber xaka welat de û h.w.d.

-SAL BI SAL XWEZÎ BI PAR.

pendek pir hêja û watedar e.

piştî sedên salan ji ezmûnên jiyanê û di dema ku rewş xira dibe yan jî ber bi xirabûnê ve biçe pêşiyên kurdan ev pend afirandin û di bûneyên guncaw de tanîn zima, û ta roja me ya neha li gor rewşê tê ziman.

Mînak:

Di salek ziwa û kêm baran û dema bandor li çandiniyê tê kirin yê cotkar û çêner sala bihûrî ku bixêrtir bû ji ya vêga bi bîra xwe tênin û ew jî bi encama diyarkirina çûna ber bi metirsiyê ve, û her weha gelek babet têne girêdan bi vê derbirînê ve.

-ADARÊ BERF GIHA GULYA DARÊ NEMA DANÊ ÊVARÊ.

Ev bi rastiyek xwezayî ve girêdayî ye ji ber di meha adarê de sermaya zivistanê dişke û ber bi germahiyê ve diçe, û bi sedema germahiyê heger berf bi zehfî jî bibare ewê ne wek berfa di werzê zivistanê de dibare wê li ser riwê xakê bidome û bilez dihele, ji ber ew nikare rûdanê bi germahiya tava adrê re bike. Ev pend jî ji guvaşa ezmûna sedên salan hatiye afirandin.

 

-BI PIRSÊ YEK DIGIHÊ XURSÊ.

Pendek e, dide diyarkirin ku çendî mirov jîr û zane be yan jî berevajî wê jî be di riya pirsê re dikare bigihe armancê. Ji layekî dî ve ev pirs dide diyarkirin ku pirs ji bo mirovan mîna rêberekî ye, çendî ew di nava mij û moranê de be jî dikare bi pirsê çareseriyê ji pirsgirêkê re bibîne.

Hêja ye gotinê ku Xurs ji bajarên Kurdistanê ye û ji ber dûrbûna wê amaje pê hatiye kirin.

Piştî vê zelalkirina li ser rola pend û metelokan di jiyana civakî de baş tê diyarkirin ku ew şûneke gelek giring digirin û bi saya wan ziman tê xemilandin û her weha ezmûna pêşiyên me bi pirsgirêkên jiyanê ve didin diyarkirin.

Di dawî  de cîwaziya pend û metelokên Kurdî ji bilî watedariya wan, terazû û rîtma wan jî ber çav in, ev ku em ne bêjin ew gencîne ne ji zimanê Kurdî re .

 

    

 

 

 

 

 

 

 

 

 

  

JI TOREYA KURDÎ (PEND Û METELOK) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 09, 2025 Rating: 5   JI TOREYA KURDΠ (PEND Û METELOK)   LUQMAN YÛSIF   Pîvana zengîniya her zimanekî ne tenê axaftin û derbirîn e yan jî hijmara pey...

ليست هناك تعليقات: