Romana nivîskar Ebdo Ehmed li çapxaneya Dar El-Zeman hate çapkirin. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 21 أبريل 2025

Romana nivîskar Ebdo Ehmed li çapxaneya Dar El-Zeman hate çapkirin.

Romana bi navê "ساقُ الذّاكرة"ya nivîskar Ebdo Ehmed hate çapkirin.

Welattv

Yekem berhema wêjeyî ya Nivîskar û Romanivîsê Kurd Ebdo Ehmed, romana bi navê "ساقُ الذّاكرة" li çapxaneya Dar El-Zeman hate çapkirin.

Romana "ساقُ الذّاكرة" di 144 rûpelên navîn de bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin û behsa êşa welatekî wêrankirî, dike.

*Naveroka romanê

Di derbarê romanê de, Nivîskar Ebdo Ehmed îro ji Welat TV re got: ”Ev roman belgeyeke ji belgeyên tawanên li dijî gelê Kurd û mirovatiyê ye, çîroka zarokekî bajarê Kobaniyê vediguhêze, ku yek ji qurbaniyên cengê ye”.

Ehmed diyar kir ku "ev roman berhema hevdîtinekê ye li gel wî zarokî, ku malbata wî berê xwe ji Kobaniyê dabû Hewlêrê ji bo dîtina çareseriyekê ji lengê wî re, yê ku di encama topbaraneke Turkiyê de haitbû birîn".

Romanivîs Ebdo Ehmed da zanîn jî: “Romana "ساقُ الذّاكرة" rewşê wek heyî vediguhêze, êş û azaran xweşik nake, û gelek pirsan arasteyî xwîneran dike”.

Ebdo Ehmed

Nivîskarê Kurd Ebdo Ehmed sala 1995an li gundê Tozincê yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, derçûyê kolêja Endezyariya Elekitrîkê ye li Zanîngeha Selahedîn - Hewlêr, niha di warê ragihandinê de kar dike û li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dimîne. 


Romana nivîskar Ebdo Ehmed li çapxaneya Dar El-Zeman hate çapkirin. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 21, 2025 Rating: 5 Romana bi navê "ساقُ الذّاكرة"ya nivîskar Ebdo Ehmed hate çapkirin. Welattv Yekem berhema wêjeyî ya Nivîskar û Romanivîsê Kurd Ebd...
Pêşde
Ev a nûwe
رسالة أقدم

ليست هناك تعليقات: