DÛRBÛN-GULISTAN AWAZ
Bi hêminya berfa vê sibehê re
Glokên bîranînên keserkêş
Ber bi warê te yê dûr
Ber navnîşaneke nixumkirî
Hêdî hêdî rêwî dibin..
Di berîka vê dûrbûna sar de
Peyv, awir, hêvî
Û zimanê hestan
Çelmisî ne tev..
Bayê xemsariyê
Germahiyê ji vî canî dike
Fîstanê bi xemgîniyê perspankirî
Bi ser bejna rojan
Bi ser xewnên beravîtî berdide..
Destên felekê
Şahiyê ji ser lêvên sibehan
Ji ser balgiha şevan didize..
Reşemeha bêbext
Li ber sertbûna vê dûriyê
Kêliyên temenekî milsist
Bi tiliyên qerimî
Yekoyeko bi hev dixe..
Soza hevdîtinê
Li çateriya bendewariyê
Bi ser gopaleke qeşagirtî
Melûl melûl dikule..
Belê, li vê dûriyê
Hemû tenbînameyên te
Di buxçika vî canî de
Mekin dipêçim ez.
ليست هناك تعليقات: