Vekolîn DÎROK Û NASNAMEYA bajarê Hiça–Yûnis Hemê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 4 أبريل 2025

Vekolîn DÎROK Û NASNAMEYA bajarê Hiça–Yûnis Hemê

 

Vekolîn
DÎROK Û NASNAMEYA bajarê Hisiça–Yûnis Hemê 

                                         Pênûsa Azad-20-2025



Paytexta herêma Cizîrê bajarê Hisiça ye,           parêzgar li vî bajarî rûdinê.bi yasaya 2392 dîrok 19/ 9 /1930 hisiça bû parêzgeh di yekê cotmehê de û di heman salê de Nesîb Eleyûbî bû parêzgarê Hisia di serdema desthilatiya Firinsa de hesca binav dikirin  ev bajar di dîroka nû de rewşa wî ne pir zelale, û bêhtir ji navekî tê nasîn, Ereb dibêjin:

Ew ji xurdezada hestiyên Masiya ne, Ji ber navê hestiyê Masiyan bi zimanê Erebî heseke lê kurd dibêjin: Na navê bajêr yê kevnar sê çema ye, ji ber dibe mîna sê çeman dema xabûr û çemê hirmas (ceqceq) tevlîhev dibin dibe (3) parsû.

 ji ber wilo, Sêçema hat binavkirin, û diser-dema desthilatiya Firensiyan de Hesca hat binav kirin,  lê Aşûrî dibêjinê siça û hin jêder dibêjin:

ev nav ji tûmê xernûbê yê heshesûkan hat vegirtin.

 

Di vê derbarê de û ji bo tekez bikim Kurdistaniya bajêr û navê wî, Ez ê vegerim kevineşopiya bajêr li ser zimanê zanyarê Ingilîzî Dêvid Otis û pisporê Ferensî yê zankoyê Marî Doran dibêjin:

Bingeha navê Hisiça yê Kurdistanî û nişteciyên Hesika yên resen bixwe neviyên kurdên Horî û Sobartîne û di serdemên pêşîn de wan avakirin kurdên Êzîdî yên Şemsanî ew in ê ku şûnewarnas û mamo-stayê dîrokê di zankoya London de zanyar Dêvid Otis li ser wan axivî û got :

Berbangê bi cilên sipî bi loqegurê dihatin vê perestgehê ducaran, mixabin di demên dawî de kenişta Kildaniyan li ser bingeha perestgeha şemsanî ya Êzîdî hat avakirin nemaze piştî desthilata Firensî avahiyek e leşkerî li bajarê Hesika yê kurdistanî avakir, wê hingê an go Ferensiyan pêşwaziya Ermenên ku ji komkujiyên Osmaniyan hatin

ferestin û li Hesiça bi cî û war bûn wê hingê Ereb li Hesiça nebûn tenê hin koçerên pez li biyabana başûr peyda dibûn.

û di vê derbarê de şûnewanasê Ferensî Can Marî doran dibêje: Şaneşahiya kurda ya ku paytexta wê Şingal bû tevahiya herêma Cizîrê di bin desthilatiya wê de bû, ta bi Dêra Zorê û ta bi sînorê Yemxad (Heleb), û ya herî giring kurdên Al Pîrtawyon ên ku zanyar Dêvêd Otis li ser wan axiviye ew in bixwe hoza Êzîdî ya Heskanî ev hoza resen ku hebûna wê li tevhiya Cezîrê bû ji Şingalê ta bi Şedadê û Hesika li ser navê wan bûye.

belê bajarê Hisiça di niviştoka çemê xabûr û çemê ceqceq de ava bûye

diyare ku hin çemên din jî tevlî xabûr dibin berî ku bighê bajarê Hisiça ji bilî çemê Hirmas: ceqceq  ev çem dîrokek wî yê taybet heye û bêtir ji navekî lêbûye sala

1596 berî zayînê derbasî bû ji bo artêşa Hisiyîna dema êrîşî babil kirin wê hinge Harmîş binav dikirin û dibe ku şênî jî li ser hebûn  çawa nivîskara kurd Yasemîn Mûsa bi ferehî li ser axivye di baweriya min de Qamişlê xurdezada  harmîş e ne ya tirkî ye ji ber qamir ne bi zimanê tirkî ye belê harmîş di zimanê kurdî de xurt e bi hêze wek mînak em dibêjin Gurê har tenura har Mêrê har ji ber di wî heyamî de nişteciyên herêmê bi giştî hozên Hûrî bûn û diyare ku Hûrî kurdên resenin jêdera çemê Harmîş ligorî binavkirina Yaqutê hemewî kaniya denîser e û ji ber çem ji çiyê tê xwarê ber bi başûr ve û çend çem û çemokên din ji birêde tevlê dibin bi taybetî demsala zivistanê û buharê bi vî awayî av pir dibû û şîpa wî xurt dibû ji ber vêyekê di dîroka nude birinc û garisê havînî jî li ber diçandin û wek çemê Zirganê ku ew çem bi xwe yê hoza Zirikan ya kurdî bû, û çemê Circib û çemê Aksoy ku îro tê nasîn bi êwic, bi giştî di dawîde li Qerqîsya (bajarê Qerqîsya ê dîrokî .,

ku îro bi Bisêra tê binavkirin). Tevlî çemê Ferat dibin ev bajar dikeve bakurî Dêra zorê bi nêzî 170 ê kîlomitrî û rojavyî bajarê           Qami-şlê bi 85 kîlomitrî û başûrî bajarê Amûdê bi 70 kîlomitrî û rojhilatî bajarê Serê kaniyê bi 80 kîlomitrî di serdemên nû de gund bû. Lê çemê Xabûr gund dikir du perçe perçê başûr girekî ne pir mezin lê heye ev gir bi girê Goran dihate nasîn di serdema Eyûbyan de ta Osmaniyan û beşê bakur bi Xişman dihate binavkirin.,

Dîroknas û lêkolînerê Ereb ê musulman Yaqût elhemewî di pirtûka xwe de ferhenga şaristanan dibêje: Gundeke nişteçiyên wî

 

 Farisîn e û wateya Xişman bi zimanê Erebî xedebe, ev gund di heyamên bêrê de wek derbasyekê bû, bazirgan û rêwî bi riya "qeyikan, kelekan" di Xabûre re derbas dibûn ta bajarê Dêra zorê ji ber navbera Hisiça û Dêrê de rêke kevnar e, hinek şûnewar lê hatine dîtin nemaze li ser girê

Hisiça ku îro ev gir tev avahiyeke leşkerî ye     sala- 1907 -di serdema osmaniyn de sultan Ebid Elhemîd qijlak artêşê li ser avakir sala 1908, çend malên siryaniyan lidora gir hêwirên sala1922 dîsa Firensiyan ew qijle bikaranîn wek baregeheke artêşê çimkî di wî heyamî de gelek ajavî tarac di ware ewkekariyê de dibû ji ber bidawîhatina Osmaniyan bû   piştî ferman û komkujiyên ku desthilata Osmanî derheqa xiristyanan de bikaranîn di 24 ê meha Nîsanê sala 1915 an de gelek ji malbatên wan li vî bajarî hêwirîn, nemaze di serdema desthilatiya Firensiyan de û hin kurd jî lê niştecî bûn.

Wek mala Haco axa û mala Şêxê Çeçan û Şêf Reşîd û gelek kurdên Omeryan  bi taybetî ên gundê bêrtê çawa tax binavê wan ta roja  îro tê nasîn  bi taxa bêrtiyan piştî sala 1923 yan Firensa pirek li ser çemê Xabûrê ava kirin û sal bi sal taxên nû li topraxa bajêr hatin avakirin.

Li başûrê pirê û li dora girê Goran hinek malên dêriyan ku berê karmend bûn li ba dagirkerên Firensî nişteçî bûn, navê gir jî guhertin ji Goran kirin Xiwêran bi tilama ku girînekên avê ku mirovan dadqurtîn in di çem de nêzîkî gir hene û bin av dikin, lê piştî

ava çem meçiqî hîç girînek me li wir nedîtin, diyar bû ku armanc Erebkirina nav bû, bajarê Hisiça ji van taxan îro pêk tê:

Xwêran–Lêliya – Neşwa rojhilat û ya rojava ku berê dihat nasîn bi gundê Xanîsoran ên kurd, Ezîzyê ewjî ya rojhilat û ya rojava.

Nasra – Kelasê – Tilhecer – Miftî – Salihyê – û di van demên dawî de  Xişman– Ebû emşa – Micerca û Hey Elzûhûr û Tiltewîl – Dahiyê,  ku ev bixwe gund bûn li dora bajêr, lê îro bûne ji taxên bajêr.

Nişteçiyên van taxan bi giştî tevlîhevin bêhtir ji wan Kurd û Erebin, lê di navnda bajêr de rêjeya xiristiyanan pirtir e tax jî hin rêjeya kurdan têde bilind e û hin jî ya Ereban.

Taxên rêjeya Kurdan têde bilind ev in:

Tilhecr - Nasra - Kelasê - Miftî - Salihyê - Xişman - Dahiyê - Ezîzya rojava, bi giştî bajar û taxên wî weke mozayîkek e rengîn e,

ji gelek nijad û olan pêkhatiye:

Kurd – Ereb- Siryan – Ermen – Aşûrî û dibe hin malên Çeçan û Tirkmanan jî lê hebin.

Ol jî ev in:

Musulman – Êzêdî – û Xaçperist, ev netew bi giştî jiyana xwe bi aştiyane û biratî bihevre dimeşandin di sala1932 an de kesin çalekvan ji hemi pêkhateyên Sûrî yên dîmoqrat pêşinyar kirin û hewil dan ku Sûrî bibe neteweke fidral wê hingê berpirs û rûspiyên Xiristyan û Kurdan, bi giştî Ermen û Siryan belgenamak radestî desthilata Firensî kirin têde xwestin ku Kurd û Xiristyan bi hevre li yek herêmê bijîn, gotin:

Em bi nijadê xwe arî ne,û em û kurd yekin lê ew piroje neçû serî, ev belgename di van demên dawîde hat dîtin di erşîfa Elmanî de hat wşandin di govara El Hîwar ya partiya yekîtî "El wehdê" hat weşandin

Di sala 1930 - 1932 - 1937 sê belgename radestî desthilata Firensî bûn ji hêla piraniya rûsipî û serkirdên hozên herêma Cizîrê wek Axa, Muxtar bazirgan, oldar û kesên rewş-enbîr ji pêkhateyên Kurd û Xiristyanan naveroka wê ev e:

Rêz û rûmet ji bo hêja desthilata Firensî, Maka dadweriyê û dîmuqrasiyê em dix-wazin we haydar bikin ku nişteciyên herêma Cizîrê ji herdû olan Musulman û Xiristiyanan em bi regezê xwe Arî ne û bingeha me jî kurdistanî ye.

Wek hûn dizanin em jî mîna hevwelatiyên Sûrî bi giştî xwedî xweyî û xuriskek taybetin çawa nişteciyên çiyayê Durûzan Îskender-onan û Elewiyan di bin sîbara dilsozî û dilovaniya we de dijîn sebaret ku hûn maka şaristaniyê û ronakbîriyê ne, hêviya me ewe ku bi aştiyane rêveberyek xwecehî jimere durust bikin.

Belê herêma Cizîrê hate damezrandin bi saya artêşa Firensî û pêkanîna ewlehiyê di bin ala sê reng de û damezrandin bêhtir ji 200 gundî û hin bajar bi alîkariya bira û xizmên me yên Bakur, lê mixabin desthilata Firensî berpirsên navçeyê ne ji pêkhateyên wê destnîşan kirin e hinek ji Şamê, Himisê, û deverên dûr ku bi zimanê me nizanin û çavsoryê li me dikin zulm û zorê di derbarê me de bikar tînin û pabendî zagonê nabin hêviya me ji desthilata Firensî ya dadmend xwesteka me pêk bîne, em sozê didin bi pabendiya zagona Firensî.

Ev in mohir û emzeyên me:

Serokê rewayî Siryanê Katolîk li bajarê Hisiça Qes ê kildana Hisiça, Serokê Siryanê kevin Hisiça, Haco Axa serokê hoza hevêrkan Hisiça, Ibrahîm Paşa hoza Milan, Îskender Merşo bazirgan, Îlyas Merşo Hisiça, bazirgan Hisiça, Îlyas Ademo Hisiça,

bazirgan, Se'îd Kerrûm bazirgan Hisiça, Ebid Elehed Qiryo rûsipî, Ebid Elmesîh rûsipî, Mûsa axa, Îskender Amon muxtarê Sirya-niyan li Hisiça, Endrawis muxtarê Katolîkan Hisiça, Ebdê Xelo serok hoza Mêrsinyan, Ezo Osman muxtarê kurdo, Mêrsinan muxtarê gundê Şidî, Yaqûb Meklemo bazirgan, Hina Ademo bazirgan ji rûsipiyên Hisiça, Corc Xebaz bazirgan, ji bajarê Serê Kaniyê Sima'îl Hisên muxtarê Dêrka hemko, muxtarê Kasan Salih Ebdo, muxtarê Girzîn, muxtarê Endîwar Sima'îl, muxtarê Sermisaxê Ebdella Reşîd, muxtarê Bana qesir, muxtar Girzîrek Hesen, muxtar Kanî girk Ibrahîm, Hemaka rûsipyên Endîwar, Ebid Elehed Endîwar, Ebid Elkerîm rûsipyên Endîwar, Xorî Ebid Elehed Endîwar, muxtarê Hilko, Efram Toranî bazirgan, Entûn Dêrik, Selîm serokê Siryanan Serê Kaniyê, Circis bazirgan Amûdê, Qes Yûsif Rizqo, Siryan Amûda, muxtar Ferhanê Îsa Xidir Mûsa muxtarê

Qermaniyê, Derwêş Xidir Mûsa hoza Kîkan, Ebid Elehed Yaqûb bazirgan Amûda, Koro bazirgan Amûda, Corc Serkîs rûsipiyên siryan Amûda Birahîm Axa Osman Amûda, Hecî Mehmûd Amûda, Hecî Yûsif Kero Amûda, Şêx Xelef Amûda, Hmed Elmixlif Amûda, Îsa Mihemed serokê hoza Milan Amûda, Şelal Hecî Birahîm serokê hoza Mihelmiyan, Mihemed axa kurê Ehmed hoza Kasikan, Hisên muxtarê Xirbereng hoza Deqoryan.

Belê belgenameya ku di 13/8/1937 tan de dibêje Qudûr Beg Mûsa Aso Gulo Şabo serokên Suryanên Orsozokis, Ebdê Axa Mer'î hoza Aliyan Nayif Paşa Mûşe Nahom, Melkê Ebdê Axa Xelo hoza Mêrsinan Xelîl Beg Brahîm Paşa û birayê wî Mehmûd.

Belê ev beşeke ji hersê belgenameyan ku radestî desthilata Firensî bûn.   

 

Têbînî :

  Ta roja îro ti serjimarên fermî taybetî bajarê Hisiça nebûn e lê texmîn ewe ku nêzî 400, hezarin bajar û tax.

 

Jêder

1.      Pirtûka ferhenga şaristanan Yaqut El hemewî.

2.      Pirtûka Elişraf û El tenbîh ya Mesû'dî.

3.      Dîroka Kurdistaniya herima Cizîrê - DR - Elî Salih Mîranî.

4.      Kovara El Hîwar.

5.      Rojnama Kurdistan ya çandî.

6.      Mihemed Teleb Hilal Rapirsînek ji bo herima Cizîrê.

7.      Çend kale mêr û mamoste ji herêmê.

    8. pirtuka hozên şamê Ehmed wesfî                zekeriya 


           

 

             

Vekolîn DÎROK Û NASNAMEYA bajarê Hiça–Yûnis Hemê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أبريل 04, 2025 Rating: 5   Vekolîn DÎROK Û NASNAMEYA bajarê Hisiça –Y ûnis Hemê                                              Pênûsa Azad-20-2025 Paytexta her...

ليست هناك تعليقات: